Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan  bibînin serî li serdozgeriya Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kirin
28 mijdar, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzeran careke din serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya  Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Sûzan Akîpa ve hate kirin.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayîr Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdanên parêzeran ên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi giranî bê bersiv têne hiştin. Di bersivên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê de jî 'cezayên dîsîplînê' hincet têne nîşandan û hevdîtina parêzeran 6 mehan carekê tê qedexekirin.