Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bibîranîn

Endama Komîteya Navendî ya PYDˈê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fuad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) yên 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hatin şehîdxisitin , hatin bibîranîn.

28 mijdar, 2024   12:30
KOBANÊ

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fuad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan)  29’ê Mijdara 2004’an dema erkên xwe bi cih dianîn bi komployeke hevbeş a rejîma Şamê û dewleta Tirk a dagirker hatin şehîdxisitin.

Rêxistina PYDˈê ya kantona Firatê bi munasebeta salvegera 20ˈemîn a şehadeta Şîlan, Zekeriya, Fûad, Cemîl û Ciwan civînek li dar xist. Civîn bi beşdariya malbat û hevreyên şehîdan, endamên PYDˈê tevî bi dehan kesî  li hola PYDˈê ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Gişt ya PYDˈê Mehabad Koçer qala jiyana şehîd Şîlan kir. Mehabat ev tişt got: "Şîlan  di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 1987`an tevlî tevgera azadiyê dibe û dest bi dîrokeke tijî têkoşîn û berxwedaniyê dike. Zekeriya, Fûad, Cemîl û Ciwan bi fikirê Rêber Apo jî li çiyayên azad li hemberî dagirkeriya Tirk têkoşîn kirin, lê bi destê rejîmên qirker li Mûsilê hatin şehîdxistin. Em  jî wek PYD`ê heta dawiyê şopdarê şehîdên xwe bin û em soz didin ku em xwedî li mîraseya wan derkevin."

Xwarziya şehîd Şîlan, Cûdî Îbrahîm diyar kir ku şehîd Şîlan hemû dîwarê desthilatdariyê rûxand û li hemberî her cûreyên desthilatdarî û eşîrtî serî hildan.

Cûdî Îbrahîm bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Li ser xeta Şîlan, Sakîne, Bêrîtan û Zîlan dirûşmeya Jin Jiyan Azadî veguherî felsefeya azadiyê ji bo tevahiya jinan. Vaye YJA Star di nava mercên herî zehmet de li ber xwe didin. Em jî weke malbat soz didin Rêber Apo û şehîdan ku em ê heta dawiyê xwedî li xeta şehîdan derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin."

Hevrêya şehîd Şîlan Emîra Şêxo di kesayeta şehîd Şîlan de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û  got, bi saya têkoşîna jinên pêşeng ew gihiştine van astan.

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê hat pêşandan.

(sş/bb)

ANHA