Pakistan û Afganistanê li ser dirêjkirina dema agirbestê li hev kir

Pakistan û Afganistanê li hev kir ku 48 saetên din agirbest bidome. Ev yek di çarçoveya amadekariya ji bo gera nû ya danûstandinan a li Dohayê de ye.

Pakistan û Afganistanê li ser dirêjkirina dema agirbestê li hev kir
17 cotmeh, 2025   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanasa "Rueters" ku xwe spartiye 3 çavkaniyên ewlekariyê yên Pakistanê û çavkaniyeke ji Talîbanê ya Afganistanê, da zanîn ku herdu aliyan li hev kir ku agirbest 48 saetên din dirêj bike.

Li gorî Ruetersˊê, armanca vê lihevkirinê ew e ku agirbest heta dawiya danûstandinên li Dohayê bidome.

Girêdayî wê çavkaniyan aşkera kiribû ku şandeya Pakistanê li Dohayê ye û çaverê ye roja şemiyê şandeya Afganistanê jî li wir be.

Wezareta Karên Derve ya Pakistanê îro ragihandibû ku ew der barê êrişên "Tevgera Talîbanê" ya Afganî li ser xaka wê bi fikar e û da zanîn ku ev êriş bi armanca têkbirina aramiya li ser sînorê bi Afganistanê re ye û niyeta baş a cîrantiya di navbera her du welatan de qels dike.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku "Hêzên Pakistanê li seranserî sînorê bersiva êrişan da, zirarên mezin gihandin Talîbanê û komên wê yên terorîst."

Wezaretê da zanîn ku divê Talîban pabendî sozên xwe be ku êrişî dewletên din neke û li kêlek wê divê pabendî sozên di peymana Dohayê de daye civaka navneteweyî be.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Pakistanê jî ragihand ku di êrişeke xwekuj a li dijî devereke sînorî ya Pakistan - Afganistanê de, 7 leşkerên Pakistanê hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja çarşema borî di navbera herdu aliyan de agirbestek ji bo 48 saetan hatibû ragihandin.

(mh/fr)