Hemas bi îsrar e ewlehiya Xezayê bi rê ve bibe

Rayedarekî Hemasê got ku tevger israr dike ku bi awayekî demkî ewlehiya Xezayê bi rê ve bibe û nikare di vê demê de pabendî çekdanînê be. Rayedar da zanîn ku der barê jinûve avakirinê de tevger ji bo agirbesta çend salan amade ye. Ev helwest li dijî plana serokê Amerîkayê ya çekdanîna tevgerê û teslîmkirina birêvebirina şerîda Xezayê ji bo desthilata sivîl a demkî ye.

Hemas bi îsrar e ewlehiya Xezayê bi rê ve bibe
17 cotmeh, 2025   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Tevgera Hemasê diyar kir ku di qonaxa demkî de tevger bi israr e ku serweriya xwe ya ewlehî l iser Şerîda Xezayê bike. Rayedar anî ziman ku di vê demê de ew tevger nikare pabendî çekdanînê be. Ev helwest, li pêş plana Amerîkayê ya bidawîkirina şer zehmetiyan derdixe.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Mihemed Nezal di hevpeyvîna bi ajansa Rueters re li Dohayê de got ku Hemas dê kontrola xwe ya ewlekariyê li Xezayê bidomîne û ew di vê qonaxê de nikare çekan deyne.

Ev daxuyanî jî berovajî daxwazên serokê Amerîkayê Donald Trump in. Li gorî plana Trump, divê Hemas çekan deyne û desthilatê radestî desthilatdariyeke sivîl a demkî bike.

Nezal got ku Hemas ji bo agirbesteke 3-5 salan ji bo jinûve avakirina Xezayê amade ye, lê ji bo wê divê garantiyên siyasî hebin û mafê gelê Filistînê yê avakirina dewleteke serbixwe misoger be.

Der barê mijara çekdanînê de Nezal got ku ev mijar ne tenê bi Hemasê ve, her wiha bi hemû komên çekdar êm Filistînê ve girêdayî ye û ji bo wê lihevkirineke niştimanî pêwist e.

Nezal diyar kir ku ji bo hebûna Hemasê di qonaxa demkî de lihevkirin hene û got: "Ev jî ji bo parastina alîkariyan ji dizan girîng e. Di aliyê sivîl ê vê qonaxa demkî de rêveberiyeke teknokrat ê hebe, lê belê li ser erdê Hemas ê hebe."

Nezal destnîşan kir ku navbeynkaran tu mijarên girêdayî bicihkirina hêzên navnetewetî li Xezayê bi Hemasê re nîqaş nekirine, tevî ku ev yek di plana Trump de hebû.

(mh/fr)