Trump: Wê welatên nû tev li "Peymanê Abraham" bibin

Serokê Amerîkayê pêşbîn kir ku xeleka tevlêbûna dewletan li "Peymanên Abraham" di dema pêş de fireh bibe. Trump got ku ew bi hêvî ye Siûdiyê di demeke nêz de tev lê peymanan bibe û wê ev gav derî li pêş tevlêbûna fireh a cîhana erebî veke.

Trump: Wê welatên nû tev li "Peymanê Abraham" bibin
17 cotmeh, 2025   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşbîn kir ku di demek nêzîk de wê dewletên dîtir tev li "Peymanên Abraham" bibin û got ku ew bi hêvî ye Siûdiyê tev li peymanan bibe.

Trump di axaftina xwe ya îro li gel tora "Fox Business" de got, "Bi hêvî me Siûdiyê tev lê bibe û dewletên din jî tev lê bibin. Ez dibînim ku ger Siûdiyê tev lê bibe û hemû tev lê bibin."

Girêdayî wê Siûdiyê diyar kiribû ku ew bêyî avakirina dewleta Filistînê, bi Îsraîlê re tu têkiliyan danayne.

(mh/fr)