Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: Gelek çek hatin desteserkirin

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 8’an de dewam dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek çek û bombe desteserkirin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: Gelek çek hatin desteserkirin
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: Gelek çek hatin desteserkirin
3 sibat, 2024   11:38
HESEKÊ

Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi desteka QSD û YPJ’ê li kampa Holê hatiye ragihandin, di roja xwe ya 8’an de dewam dike.

Piştî xebatên lêgerînê yên li beşên 2 û 7’an, hêzên operasyonê di saetên vê sibehê de ketin beşa 2’yemîn a kampê. Di xebatên lêgerînê de ku li beşa 2’yemîn dewam dikin, hin bombeyên destan û cercûrên kalaşnîkofan hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dabûn nûçegihanê me, hêzên operasyonê di hefteyê de 34 kesên lêgerîna wan hebû, destgîr kirine û gelek çek û bombe desteser kirine.

(bb)

ANHA