Şiyar Zagros: Armanca me jihevxistina şaneyên DAIŞ`ê ye

Ji fermandarên YAT`ê Şiyar Zagros destnîşan kir ku erka hêzên wan di vê qonaxê de jihevxistina şaneyên DAIŞ`ê û têkbirina xetereya wan e.

Şiyar Zagros: Armanca me jihevxistina şaneyên DAIŞ`ê ye
3 sibat, 2024   11:16
HESEKÊ
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED

Ji fermandarên Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiyar Zagros têkildarî operasyona li kampa Holê ji ajansa me re axivî.

Şiyar Zagros got: "Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê gelekî girîng e, nemaze encamên di hefteya yekemîn de bi dest xistine."

Zagros wiha domand: "Li gel zêdebûna xetereyên li ser kampa Holê ku em dikarin bi bombeyeke eyarkirî bi nav bikin, operasyonê dest pê kir. Li gorî agahiyên li ber destê me, amadekarî hebûn ku ji derve û ji hundir êrişî kampê bê kirin."

Her wiha Şiyar Zagros îşaret bi girîngiya operasyonê kir û encamên ku hatine bidestxistin ku çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, çek û cebixane hatin desteserkirin, serçete û mîrên şaneyên DAIŞ`ê jî hatine girtin.

Şiyar Zagros bal kişand ser tevgerên zarokên DAIŞ`iyan jî û got: "Zarok ji biçûkahiyê ve li ser zîhniyeta tundraw a DAIŞ`ê mezin dibin. Hewldanên astengkirina operasyonê hene. Malbatên DAIŞ`ê guh nadin tiştên ji wan tên xwestin. Hîna bi fikrên DAIŞ`ê ve girêdayî ne."

Şiyar Zagros wiha domand: "Kesên fikrên DAIŞ`ê qebûl nakin, tên kuştin. Şaneyên DAIŞ`ê dixwazin her kes wekî hev bie, xwedî heman fikr û rêgeza tundraw bin. Naxwazin ewlehî di nava kampê de hebe."

Di dawiyê de Şiyar Zagros got: "Heke rê li pêşiya van hewldanan neyê girtin, encam dê ne baş be. Em dixwazin şaneyên DAIŞ`ê ji hev bixin û xetereya wan tune bikin. Divê her kes berpirsyariya xwe li hember vê dosyayê bike, ji bo ku komkujiyên li Kobanê û Şengalê bûne, li herêmên din dubare nebin."

(şx)

ANHA