Ciwanan 50 name ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 Name” da destpêkirin û û 50 name ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin.

Ciwanan 50 name ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
3 sibat 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclîsa Ciwanan di çarçoveya kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 Name” de li avahiya DEM Partiyê ya Mûşê hatin ba hev û 50 name ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin.

Di nameyan de wiha hate gotin: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan nefes e, dema ku em ji Îmraliyê agahî nagirin em nefesê nastînin.”

Hat destnîşankirin ku kampanya wê heta 16’ê Sibatê bidome.