NY′yê hişyarî li ser karesateke mirovî li Xezayê da

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê derbasî roja xwe ya 25′an bû, her wiha NY′yê li gel zêdebûna pêdiviyên koçberên ji bakurê Xezayê hişyarî li ser rûdana karesateke mirovî û tenduristî da.

NY′yê hişyarî li ser karesateke mirovî li Xezayê da
31 cotmeh, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Hemas-Îsraîlê derbasî roja xwe ya 25′an bû, li kêlek wê jî li gelek herêmên Xezayê hejmara kuştiyan bilind dibe.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Îsraîlê careke din derdora nexweşxaneya El Qudisê ya li Xezayê topbaran kir û êrişên hewayî li nuqteyên nêzî nexweşxaneya Endonisî ya li bakurê Xezayê jî pêk anîn.

Li gorî Tora El Arebiye, di êrişa hewayî ya Îsraîlê li dijî herêma Zuwayide ya li Xezayê de 18 kes hatin kuştin û di êrişa li rojavayê Refeh li başûrê Xezayê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

NY′yê jî, piştî hişyariyên artêşa Îsralê ji welatiyên re ku malên xwe vala bikin, hişyariyên li ser karesateke mirovî li gel zêdebûna pêdiviyên koçberên ji bakurê Xezayê da.

Berpirsên NY′yê got zêdetirî milyonek xelkê Xezayê bê cih û war in û kamyonên alîkariyên mirovî yên gihaştine cihê dorpêçkirî pir kêm in.

Wezareta tenduristiyê ya Xezayê ragihandibû ku di êrişên hewayî û bejahî yên Îsraîlê li dijî Xezayê de 8 hezar û 306 kes di nav de 3 hezar û 457 zarok hatine kuştin.

(fr)