PDK xwe bi daxuyaniyên xwe vala derdixe

Rojnamevan Silêman Ehmed ku bi rengekî qanûnî û fermî di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, dema vedigeriya bi tawanbariya ku karên neqanûnî kirine ji aliyê hêzên PDK`ê ve hat binçavkirin.

PDK xwe bi daxuyaniyên xwe vala derdixe
31 cotmeh, 2023   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed destpêka Cotmehê ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Silêman Ehmed di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re bi rengekî fermî û qanûnî derbasî herêmê bû, piştre berê xwe da bajarê Helebê cihê ku malbata wî bi cih dibe. Tê zanîn ku malbata Silêman piştî êrişa dagirkeriyê ya li djiî Efrînê (20 Çile 2018) ji navçeya Cindirêsê koçberî Helebê bû. Bavê Silêman, Mihemed Ehmed di 18`ê Sibata 2023`an de, birayê wî jî di Îlona 2023`an de wefat kiribû, ji lew re Silêman ji bo sersaxiya malbat û xizmên xwe çû Helebê.

Dayika Silêman, Sultan Ehmed ku ji ajansa me re axivîbû, diyar kiribû ku lawê wê ji bo kar û alîkariya malbatê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Her wiha anîbû ziman ku piştî wefata bavê wî, Silêman piştî gelek salan hatiye cem malbata xwe, nêzî hefteyekê li taxa Şêxmeqsûd maye û piştre carek din vegeriyaye cihê karê xwe Başûrê Kurdistanê.

Dema ku rojnamevan Silêman Ehmed 25`ê Cotmehê di rêya vegerê de bû, li deriyê Pêş Xabûr ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hat revandin.

Duh (30 Cotmeh) Asayîşa Dihokê ya girêdayî PDK`ê daxuyaniyek derewîn weşand û tê de got ku têkiliya revandina Silêman Ehmed bi karê rojnamevaniyê tune ye û ew ji bo karên veşartî û neqanûnî yên Partiya Karkerên Kurdistanê çûye Rojava. Di daxuyaniyê de bi awayekî eşkere gefa cezakirina Silêman Ehmed li ser esasê van tawanbariyên bêbingeh hat xwarin.

Ajansa Rojnewsê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir: “Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”

Rêxistina CPT jî di nav de, gelek sendîka û yekitiyên rojnamegeriyê û hiqûqî revandina Silêman Ehmed şermezar kiribû û bang kiribû ku cih û sedemên binçavkirina Silêman ji malbata wî re bên gotin.

Pir eşkere ye ku PDK hwel dide rojnamevanên azad bêdneg bide, daxuyaniyên wan jî karên wan derew derdixînin. Rojnamevan Silêman Ehmed bi rêya deriyê Pêş Xabûr ku dibin serweriya PDK`ê de ye bi rengî qanûnî derbasî Rojava bû, ji lew re eger dema ku ji bo serdanê hatiye dayîn biqede, Silêman dikare bi rengî qanûnî bi rengekî qanûnî di heman deriyê re vegere.

(c)