Parlamenter û siyasetmedar: Divê PDK′ê dawî li revandina rojnamevanan bîne

Parlementer û çavdêrên siyasî yên Iraqê li ser revandina rojnamevan Silêman Ehmed gotin, divê PDK dawî li revandin û girtina rojnamevanan bîne. Her wiha diyar kir Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevan û çalakvanan ne cihek bi ewle ye û ew di nav metirsiyê de dijîn.

Parlamenter û siyasetmedar: Divê PDK′ê dawî li revandina rojnamevanan bîne
31 cotmeh, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefteyeke rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Roj News′ê Silêman Ehmed bêyî ku tu sedemek yasayî hebe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Der barê revandina rojnamevan Silêman Ehmed û zextên PDK’ê yên li ser rojnamevan û çalakvanan de, parlementer û çavdêrên siyasî yên Iraqî ji ajansa Roj News′ê re axivîn.

Parlementerê Iraqê Refîq Salihî da zanîn ku karên desthilata Hewlêrê li beramberî rojnamevanan dike, berovajiyê yasayên navdewletî û mafên mirove. Refîq got: “Ev karên desthilata Hewlêrê wan raporên saziyên mafên mirov ên ku behsa zext û binpêkirinên li dijî rojnamevan û çalakvanên li Hewslêrê dike, piştrast dike.”

Refîq Salihî xwest aliyên peywendîdar, sendîkayên rojnamevanan û rêxistinên mafên mirov zextên xwe yên ji bo berdana rojnamevan û çalakvanan li ser desthilata Hewlêrê zêdetir bikin. Refîq diyarkir ku tişta li Hewlêrê rû dide nîşaneyek metirsîdare li ser azadî û demokrasiya li Herêma Kurdistanê.

Her wiha Refîq Salihî bang li Hikûmeta Iraqê jî kir ku li beramberî zext û girtinên rojnamevan û çalakvanên li Herêma Kurdistanê helwesta xwe nîşande û bêdeng nemîne. Refîq got, bêdengî dibe sedema zêdebûna girtinên rojnamegeran.

Li ser heman mijarê Çavdêrê Siyasî Elî Fazil jî axivî û got: “Divê sendîka û rêxistinên mafên mirov li beramberî pêngavên metirsîdar ên desthilata Hewlêr û Dihokê bêdeng nemînin. Ji berku di demên dawî de ev pêngavên metirsîdar bi rêjeyek berçav zêde bûne.”

Elî Fazil eşkere kir ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan, çalakvan û heta hêzên siyasî yên biçuk jî di jêr metirsiya kuştin, lêdan û revandinê ya desthilata Hewlêrê de dijîn. Elî got, ji ber van zextan gelek kes neçar dibin koçberî dervey Iraq û Herêma Kurdistanê bibin, her wiha hinek jî berê xwe dane bajarên Iraqê.