NY’ê got jenosîd heye Îsraîlê red kir 

Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji bo lêkolînkirina êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê hatibû avakirin, diyar kir ku qirkirin (jenosîd) pêk hatiye. Balyozê Îsraîlê yê li NY’ê rapor red kir.

NY’ê got jenosîd heye Îsraîlê red kir 
16 îlon, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî ya li Cinêvê Daniel Meron, derbarê rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya ku dibêje Îsraîl li Xezayê jenosîd pêk aniye de, daxuyanî da.  

Meron îdîa kir ku rapor "gotineke bêbext, derew û bêrûmet” e. Meron îdîayên xwe domandin û got ku Îsraîl tenê li dijî Hamasê şer dike.

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora ku li ser Xezayê amade kiribû de gotibû, Îsraîlê li Xezayê jenosid pêk aniye.

Di raporê de hate diyarkirin ku Îsraîlê ji 5 madeyên Peymana Qirkirinê ya 1948’an 4 made binpê kirine û ev binpêkirin wiha hatin rêzkirin: “Qirkirin, zirara fizikî yan jî ya derûnî, bi awayekî zanebûn ferzkirina şertên jiyanî yên ku tunekirina Filistîniyan a bi temamî yan jî qismî dike hedef û bi armanca astengkirina zayînan wergirtina tedbîran.”

Di dewama raporê de hate diyarkirin ku rayedarên payebilind ên Îsraîlê ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu jî di nav wan de ye, hiştine ku ev kiryar pêk werin.

Komîsyonê rapor spartiye encamên hevdîtinên bi qurbanî, şahid û bijîşkan re, belgeyên çavkaniyan û wêneyên satelîtê.

Seroka komîsyonê Navi Pillay têkildarî raporê gotibû: "Em gihîştin wê encamê ku li Xezayê jenosîd diqewime û berdewam dike. Dewleta Îsraîlê berpirsiyar e."

Seroka komîsyonê anî ziman ku kiryarên Îsraîlê bûne sedema hedefgirtina sivîlan, astengkirina gihandina alîkariyan, koçberkirina bi darê zorê ya berfireh û wêrankirina navendên girîng ên perwerdehî û tenduristiyê.

Îsraîl îdia dike ku operaasyona wê ya leşkerî li dijî Hemas tenê ye. Her wiha destnîşan kir ku sivîlên Filistînî wekî "mertalên mirovî" têne bikaranîn. Îsraîl da zanîn ku eger Hemas çek deyne û 48 girtiyan serbest berde, mumkine tavilê şer bi dawî bibe.

(bb)