Koma duyem a koçberan ji kampa Mehmûdlî derket

Koma duyem a koçberên li kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê, îro ber bi herêmên xwe yên hundirê Sûriyeyê ve kete rê.

16 îlon, 2025   13:41
TEBQA

Di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên ji bo hêsankirina vegera koçberan de û bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), koma duyem a koçberan îro ji kampa Mehmûdlî ya li kantona Tebqayê ber bi Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê ve kete rê.

Koma duyem ji 15 malbatan (55 kes) pêk tê û şêniyên gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê ne. Koçber bi 14 kamyon, 6 mînîbus û otobusekê ketin rê.

Koma yekem a koçberan ku ji 10 malbatên ji gundewarên Dêrazorê, Hums û Hemayê pêk dihat, 26`ê Tebaxê ji kampê derketibû.

Kampa Mehmûdlî li bakurê bajarê Tebqayê ye, koçberên ji gundewarên Hums, Hema, Heleb û Dêrazorê lê dimînin. Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, hezar û 223 malbat di kampê de mane.

(k)