Meclisa Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de xebatên salekê hatin nirxandin û hate gotin divê tevahî gelê Sûriyeyê di vê demê de ji bo çareseriyê hêza xwe li ser rêya şehîdan bike yek.

16 îlon, 2025   13:47
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ya kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn bi beşdarbûna malbatên şehîdan û nûnerên saziyên civaka sivîl bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Desteya Malbatên Şehîdan a Cizîrê Zîwer Elî axivî û bal kişand ser rewşa siyasî û pêşketinên li herêmê. Elî di berdewama axaftina xwe de rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ew ji mafê hêviyê jî bê par hatiye hiştin. Elî da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelê herêmê yê ji bo azadî û edaletê tê dikoşe, gavekî girîng e û wiha dom kir: “Herêm di rewşeke hesas re derbas dibe. Di vê demê de pêwîstiya gelê Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiyê heye.”

Di berdewama civînê de xebatên meclisê yên salekê hatin nirxandin.

Di beşa dawîn a civînê de raporek hate pêşandan û rewşa malbatên şehîdan ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin û bi awayekî berfireh nîqaş li ser hatin meşandin.

Civîn bi nûkirina soza bi şehîdan re bi dawî bû.

(dc)

ANHA