NY: Rojane 137 jin tên qetilkirin

Di raporeke NYˊyê de hat diyarkirin ku di 2025ˊan de rojane 137 jin hatine qetilkirin ku ev yek nîşaneya tundiya zêde ya li dijî jinan e.

NY: Rojane 137 jin tên qetilkirin
25 mijdar, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Nivîsgeha li dijî Hişbir û Sûcan û Desteya Jinan ên Neteweyên Yekbûyî (NY), rapora sûcên qetilkirina jinan a 2025ˊan weşand. 

Di raporê de hate destnîşankirin ku li seranserê cîhanê rojane 137 jin hatine qetilkirin û ji sedî 60’ê jinên kuştî, bi destê partner an jî ferdên malbata xwe hatine qetilkirin.

Der barê mijarê de, ji Gerînendetiya Beşa Siyasî ya Desteya Jinan a NYˊyê Sarah Hendricks da zanîn ku sûcên qetilkirina jinan bi tenê serê xwe çênabin, lê bi berdewama tundiya ji reftarên kontrolkirinê, gef, astengî û înternetê dest pê dikin.

Sarahê diyar kir ku kampanyaya "16 Rojên Çalakiya li dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî" ya îsal aşkera dike ku tundiya dîjîtal pir caran ne tenê bi înternetê ve sînordar e, lê dibe xerabtir bibe, heta bigihêje qetilkirinê.

Sarahê anî ziman ku di tevahî warên jiyanê de mafên jinan ên ewlebûnê hebin û ji pergalan tê xwestin destwerdana zû bikin. Ji bo pêşîlgirtina sûcan pêdivî bi bicihanîna yasayên ku çawa rê li ber tundiya li dijî jinan bê girtin, heye.

Li aliyekî din gerînendeyê Nivîsgeha li dijî Hişbir û Sûcan a NYˊyê got rapor bi bîr dixe ku divê stratejiyên pêşîlêgirtinê û bersivdanên edaleta cezayî yên li hember qetilkirina jinan bên pêkanîn.

(fr)