Piştî banga xwepêşandanan li perav û Hemayê hişyariya ewlehiyê

Piştî ku serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Dîasporayê li dijî binpêkirinan banga xwepêşandanên aştiyane kir, hêzên hikumeta veguhêz hêzeke mezin li herêmê belav kir û bend danîn.

Piştî banga xwepêşandanan li perav û Hemayê hişyariya ewlehiyê
25 mijdar, 2025   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serkêşê rûhanî yê Elewiyan û serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Elewiyên li Sûriye û Dîasporayê şêx Xezal Xezal li dijî binpêkirinên li ser Elewiyan têne kirin, banga xwepêşandanên aştiyane kir.

Îro li bajar û bajarokên perava Sûriyeyê hişyariyeke ewlehiyê û seferberiyek heye. Li Hemayê û deverên Selheb, Dêr Şimêl, Nehr El Barid û Siqiliyayê bend hatine danîn û hêzên leşkerî lê hatine belavkirin.

Di medyaya dîjîtal de piştgiriya banga rêveberên Elewiyan hat kirin, lê di rûpelên alîgirên hikumeta veguhêz de gefên êriş an kuştinê li kesên ku xwepêşandanan bikin, hatin xwarin.

(bb)