Şewatên li Laziqiyê bi baranê re vemirîn

Li gundewarên Laziqiyê şewatek ku zêdetirî 7 saetan dewam kir, bi barîna baranê re vemirî.

Şewatên li Laziqiyê bi baranê re vemirîn
25 mijdar, 2025   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengiya şevê li herêma Ras El Besîd a Laziqiyê şewat derketibû. Şewat piştî 7 saetan bi barîna baranê re vemirî.

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku şênî li cihê bûyerê kom dibin da ku çavdêriya deverê bikin ku agir ji nû ve pê nekeve.

Îsal li Laziqiyê û Tertûsê şewatên mezin çêbûn, di encamê de bi hezaran hektar qadên hêşîn şewitîn.

(bb)