NY: Hezar û 175 avahiyên filistîniyan hatine wêrankirin

Li gorî NY`yê li Dîfa Xerbiye zêdetirî hezar û 175 avahiyên filistîniyan hatine wêrankirin.

NY: Hezar û 175 avahiyên filistîniyan hatine wêrankirin
22 tebax 2024   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Îsraîlê wêrankirina malên filistîniyan li Difa Xerbiye ji Cotmeha 2023`yan ve zêde kiriye.

Li gorî rapora nivîsgehê amade kiriye, ji 7`ê Cotmeha 2023`yan ve, zêdetirî hezar û 175 malên filistîniyan wêran bûne.

Di raporê de hate diyarkirin ku di encamê de 3 hezar û 100 filistînî koçber bûne. Her wiha hate destkirin ku zêdetirî nîvê wan di êrişan de ji bajarê Jenîn, Tolkerem û kampên dora wê koçber bûne û hezar filistînî jî ji ber ku ruxseta avakirinê li cem wan tune ye, koçber bûne û 159 filistînî jî ji ber "hilweşandina cezakirî" koçber bûne.

Li gorî raporê piştî 7`ê Cotmehê 500 malên niştecihbûnê, 100 malên neniştecihbûnê û zêdetirî 300 navendên çandiniyê hatine hilweşandin.

Her wiha zêdetirî 100 navendên avê, kanalîzasyon û paqijiyê, 200 navendên ku xwediyên wan debara xwe pê dikir, 100 binesazî û avahî hatine hilweşandin.

(şx)