Li gelek bajaran Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê parêzname û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.

Li gelek bajaran Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
22 tebax 2024   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di çarçoveya pêngava 'Ji Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' de ' bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran çalakiyên 'Xwendinên Azadiyê' hatin lidarxistin.

Li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê her roj girseyên gel li hev kom dibin û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û nîqaş dikin.

AMED

TJA li navçeya Karaz a Amedê li avahiya DEM Partiyê bi jinan re li hev civiya. Di çalakiyê de mijara 'xweparastinê' ya ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike û 'Teoriya Kulîlkê' hate xwendin û nirxandin.

Piştî xwendinê jinan li ser girîngiya xweparastinê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Erxeniyê jî li gelek taxan girseyên gel li hev kom bûn.

ÊLIH

Li taxa Petrolkent a Êlihê civîn hate lidarxistin. Di civînê de beşên ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, li ser siyaseta heyî nirxandin hatin kirin. Li bajarokê Girêsîra yê Êlihê jî çalakiya xwendinê hate lidarxistin.

WAN

Li gelek navçeyên Wanê jî çalakiya 'Xwendina Azadiyê' di roja 7'an de dewam kir. Li taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtê, li taxa Stasyonê ya navçeya Tûşbayê û li taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê civînên xwendinê hatin lidarxistin. Her wiha tecrîd hate nîqaşkirin.