Nûçegihan Nedîm Oruç hate girtin

Nûçegihana ajansa welat Nedîm Oruç ê ku di 14ê çileyê de li taxa Nûr a navçeya Cîzîrê bajarê şirnaxê dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê binçavkirin, bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin.

Nûçegihan Nedîm Oruç hate girtin
17 ÇILE, 2026   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihan Nedîm Oruç di 14’ê çileyê de li taxa Nûr a navçeya Cîzîr a Şirnexê dema nûçe dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. 

Rojnameger Oruç ji wê rojê ve di bin çavan de bû û piştî îfadeya li midûriyeta polîsan wî birin edliyeyê. Nehiştin malbata Oruç û rojnameger edliyeyê.

Rojnameger Oruç îfadeya ku dabê polîsan li dozgeriyê dubare kir û diyar kir ku ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî hatiye binçavkirin. Parêzerê Oruç bertek nîşanî “terorîzekirina” çalakiyên pîşeyî yên muwekîlê xwe da. Dozger piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê Oruç şand Dageriya Cezayê ya Sulhê.

Rojnameger Oruç piştî lêpirsîna li dadgeriyê bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” biryara girtinê da.