Senatorê Amerîkî hişyariyek din da Şamê: Ji bo cezayên Sezar ezê tişta ji destê min tê bikim

Senatorê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyek din a tund da Şamê û got: “Eger hikûmeta Suriyeyê bikeve nava tevgera leşkerî, ji bo ku Qanûna Sezar dîsa bikeve meriyetê, ezê her tişteke ku ji destê min tê, bikim.”

Senatorê Amerîkî hişyariyek din da Şamê: Ji bo cezayên Sezar ezê tişta ji destê min tê bikim
17 ÇILE, 2026   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lindsey Graham, têkildarî êrişên hikûmeta demkî ya Suriyeyê ku ev bi rojane li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomîne, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal (X) daxuyaniyek nû belav kir. 

Graham ku beriya niha jî 2 caran Şam hişyar kiribû, ev peyam da: "Eger hikûmeta nû ya Suriyeyê li hemberî Kurdan û QSD’ê hêza leşkerî bikar bîne, ev dê li Suriyeyê pirsgirêkek mezin a aramiyê derxîne holê. Ev jî dê derbarê rejîma nû de her tiştekî nîşanî min bide. Eger hikûmeta Suriyeyê operasyonek leşkerî bike, ji bo ku Qanûna Sezar dîsa bikeve meriyetê, ezê her tişteke ku ji destê min tê, bikim.”

(a)

ANHA