QSD`ê derbarê geşdanên dawî li gundewarê rojhilatê Heleb daxuyanî da

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê geşedanên dawî li gundewarê rojhiatê Helebê daxuyanî da. QSD`ê ragihand ku li eniyên Dibsî Afnan û der dora bajarê El Resafê pevçûnên dijwar diqewimîn.

QSD`ê derbarê geşdanên dawî li gundewarê rojhilatê Heleb daxuyanî da
17 ÇILE, 2026   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên wan şerkî qehermanî li dijî çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin. Her wiha da zanîn ku çeteyan lihevhatina dawî binpê kirin û di dema vekişînê de li derverên Disî Afnan û derdora bajar El Resafê ketin pêşiya hêzên wan. 

QSD`ê Ragihand ku çeteyên hikumetê bi çekên giran gundewarê rojavayê Reqayê topbaran dikin, hêzên wan jî bersiva êrişan didin û çeperên xwe yên parastinê asê dikin.

QSD`ê diyar kir ku pevçûnên niha diqewimin û bersiva hêzên wan di çarçoveya mafê xweparastinê de pêk tên û da zanîn ku hêzên wan dê çeperên xwe biparêzin û bersiva hemû binpêkirinên lihevatinan bidin.

(k)

ANHA