Nexweşxaneya Gel a Hesekê di mehekê de 28 hezar nexweş pêşwazî kirin

Nexweşxaneya Gel a Hesekê di meha borî de zêdetirî 28 hezar nexweş pêşwazî kirin. Rêveberên nexweşxaneyê diyar kir ku nexweşiya sorikê û nexweşiyên demsalî belav bûne û xwest nexweşxaneyeke taybet a zarokan were vekirin.

13 hezîran, 2026   06:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Bi taybet beşa zarokan, li hemû beşên Nexweşxaneya Gel a Hesekê zexteke zêde ye. Nexweşiyên demsalî û sorik di nava zarokan de belav bûne û derfetên nexweşxaneyê li beramberî hejmara nexweşan sînordar in.

Rêveberiya Nexweşxaneya Gel beriya çend rojan agahdariyek belav kiribû û diyar kir ku ku beşa zarokan hêza pêşwazîkirinê derbas kiriye, lewre xebatkarên nexweşxaneyê neçar man hin rewşan tenê pêşwazî bikin.

Der barê mijarê de rêveberê nexweşxaneyê Dr. Salar Abdullah ji ajansa me re axivî û anî ziman ku Nexweşxaneya Gel a Hesekê ya yekane ye ku xizmetan bê pere pêşkêş dike, lewre zexteke mezin li ser heye.

Dr. Salar Abdullah da zanîn ku di beşa zarokan tenê de 40 text hene, ew hejmar beramberî asta hewcedariyê kêm e. Abdullah di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nexweşiyên demsalî û destnîşan kir ku di zivistanê de nexweşiyên nefesê û di havînê de nexweşên hinavî belav dibin, her wiha rewşên zêde yên nexwseşiya sorikê jî hatine tomarkirin. Abdullah diyar kir ku nexweşxane hemû cureyên nexweşiyan pêşwazî dikin.

Abdullah got li nexweşxaneyê 12 înkubator tenê hene, ev jî kêm in û pêdiviya bajar bi cih nayne.

Abdullah destnîşan kir ku ji ber beşa zarokan tijî bû, rêveberiya nexweşxaneyê neçar ma zarokên li beşên din belav bike û got, nexweşxane hîna zehmetiyan pêşwazîkirina hemû rewşan dikişîne.

Salar Abdullah îşaret pê kir ku beşa ambulansê rojane nêzî 500 nexweşan pêşwazî dike û 29 bijîşk xizmetan pêşkêşî nexweşan dikin. Abdullah destnîşan kir ku nexweşxaneyê di meha borî de zêdetirî 28 hezar nexweş pêşwazî kirin.

Dr. Salar Abdullah ji Rêveberiya Tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê xwest ji ber hejmara zêde ya şêniyan û pêdiviya zêde ya bi xizmetên tenduristiyê yên zarokan, nexweşxaneyek zarokan li Hesekê vekin. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku derman û pêdiviyên bijîşkî pêşkêş bikin û ji bo pêşxistina xizmetan jî xebatê bikin. Dr. Salar Abdullah bang li şêniyan jî kir ku tedbîrên parastina zarokên xwe ji nexweşiyan bigirin, ava paqij bi kar bînin û nexweşên sorikê ji mirovan dûr bigirin.

(bb)

ANHA