Li Kobanê merasîma oxirkirina şehîdekî û ji bo 3 şehîdan merasîma xiyabî

Şêniyên Kantona Firatê şehîd Rustem Kobanê bi merasîmeke bi heybet oxir kir û şehîd Nisrîn Çiya, Birûsk Firat û Engîzek Ararat bi bîr anîn.

27 îlon, 2025   21:07
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Rustem Kobanê (Şiyar Xelo) ku di 24`ê Îlona 2025`an li Reqayê şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê, oxir kir.

Şêniyan, gerîla Endîzek Ararat (Şîraz Xalid) ku di 9`ê Çileya 2022`an li Wan de, şervana YPJ`ê Nisrîn Çiya (Dunya Hanan) ku di 8`ê Kanûna 2024`an li Minbic de û şervanê QSD`ê Birûsk Firat (Bilal Total) ku di 11`ê Kanûna 2024`an li Qereqozaqê, Zinar Aşmê (Cemal Ednan Derwêş) ku di 13ˊê Îlona 2025ˊan de di encama qezayeke Leşkerî li Kobanê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, dûre hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Felek Yûsif sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew ê şopdarên şehîdên xwe bin.

Felek diyar kir ku ew bi saya şehîdan xwe di cîhanê de bûne xeta yekemîn û wiha got: "Her çiqasî dijmin hewl bide ku me têk bibe, lê em xwedî hêz in û hêza me jî şehîdên me ne. Tu carî dijmin nikare me têk bibe. Berovajî vê yekê em hene û em ê her tim hebin. Ji ber ku şehîdên me hebûn û nasnameya me ne. Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û şopdarên xeta wan bin."

Endamê beşa Disiplîna Leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Kobanê Şîraz Baz got: "Şehîd Rustem tevî ku zarokên wî biçûk bûn, lê tu carî dest ji xeta azadiyê berneda û her tim di nava têkoşînê de bû. Li kêleka hevalên xwe bû. Em soz didin ku em ê mîrasa şehîdên xwe bişopînin û şopdarê doza wan bin. Ala ku şehîdên me rakirin em ê hildin û ji bo azadiyê tê bikoşin."

Dûre bavê şehîd Endîzek Ararat, Mehmûd Xelîl helbesta keça xwe got.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîdan hate xwendin û redestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê şehîd Rustem Kobanê bi tilîliyên dayîkan û bi dirûşma "Şehîd namirin" hat oxirkirin.

(sş/şx)

ANHA