Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê li hember şorbûna axê tedbîran digire

Beşa Sererastkirinê ya Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê, ji bo kêmkirina zirarên şorbûna axê gelek tedbîran digire. Şorbûna axê bi awayekî neyînî bandorê li hilberandinê û ewlehiya xurekê dike.

Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê li hember şorbûna axê tedbîran digire
Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê li hember şorbûna axê tedbîran digire
Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê li hember şorbûna axê tedbîran digire
Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê li hember şorbûna axê tedbîran digire
10 kanûn 2023   03:50
REQA
ENES MIHEMED

Dema şorahî di axê de bi awayekî nexwezayî kom dibe, berhemdariya wê kêm dibe. Avdana zêde ya bi ava şor û bikaranîna semadên şor, ji sedemên wê ne.

Di encamê de, kalîteya axê kêm dibe, bi awayekî neyînî bandorê li mezinbûna giha û berheman dike. Ji ber wê, divê kalîteya axê bi awayekî birêxistinkirî were şopandin ji bo ku rê li pêşiya vê diyardeyê bê girtin.

Li Reqayê, rêjeya kirêça di axê de zêde ye. Hebûna kirêçê di ava bîran de, roleke mezin di zêdekirina rêjeya şorbûnê de dilîze.

Têkildarî sedema vê diyardeyê û rêbazên rêgirtina li pêşiya wê, serokê Beşa Sererastkirinê ya Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê endazyar Saêr El Hisên got: “Yek ji sedemên zêdebûna rêjeya şorbûnê, kêmbûna ava baranê ye.”

El Hisên wiha domand: “Zeviyên nizm ên nêzî ava bîran, rêjeya şorbûnê lê zêdetir dibe.”

Ji bo rê li pêşiya vê diyardeyê bê girtin, Beşa Sererastkirinê ya Nivîsgeha Avdanê, li rex zeviyan û di nava wan de torên kanalîzasyonê bi cih kirine.

El Hisên diyar kir ku Beşa Sererastkirinê bi awayekî asayî torên kanalîzasyonê yên sereke û şaxî paqij dike û ev hewldan, dihêle ava zêde di nava zeviyan de bikeve nava torê.

El Hisên bi bîr xist ku gelek zevî bor in, pêwîstiya wan bi lêçûn û derfetên mezin heye lê belê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm kiriye, derfetên wan sînordar in û nikarin xebatan li wan zeviyan bikin.

(şx)

ANHA