Li Girê Spî 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Li Girê Spî mobeyek bi erebeya çeteyan de teqiya. Di encamê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Girê Spî 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
9 kanûn 2023   22:57
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ragihand ku bombeyek bi erebeya çeteyên Ehrar El Şerqiyê de teqiya. Di encamê de 3 çeteyên Ehrar El Şerqiye hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. 

Çavkaniyan dan zanîn ku kuştî û birîndar li nexweşxaneya Girê Spî ne.

Ji destpêka vê mehê ve, ev êrişa duyemîn e ku beriya wê bendeke kontrolê ya hevbeş a çeteyên Ehrar El Şerqiye û dewleta Tirk a dagirker li nêzî gundê Til Hemam Turkman ê kantona Girê Spî hatibû hedefgirtin, di encamê de 2 çeteyên Ehrar El Şerqiye hatibûn kuştin.

(şx)