Panorama hefteyê: Gelê Sûriyeyê ji dagirkeran nefretê dike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de bal kişand rewşa li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî,  şerê li Xeza, tevgera dewleta Tirk li Iraqê, her wiha rewşa Sûdanê.

Panorama hefteyê: Gelê Sûriyeyê ji dagirkeran nefretê dike
10 kanûn 2023   04:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Weten a Sûriyeyê bi nûçeyek bal kişand ser nefreta xelkê herêmê ji hebûna leşkerî ya dewleta Tirk re. Di nûçeyê de hate gotin,  ji ber nefret û nerazîbûna niştecihên xwecih ji hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li herêmê, êrişên leşkerî yên çekdarên nenas ên li dijî baregehên leşkerî û nuqteyên çavdêriyê yên nerewa yên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne. Li gorî rojnameyê ji ber êrişan dewleta Tirk a dagirker tedbîrên zêde girtiyê û çavdêrî xurt kiriye .

′SENARYOYA MUHTEMEL BO XEZAYÊ′

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Xezayê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ′′Senaryoya herî muhtemel ji bo rewşa li Xezayê ew e ku başûr û bakur ji hev were qutkirin û piranî xelkê Xezayê ber bi başûr ve werin koçberkirin; ji ber ku cihekî ewle li wir hatiye amdekirin, nexweşxaneyên meydanî li bejahî û deryayê jî hatine amadekirin, dorpêçkirina Xezayê were dewamkirin, tevahî binesaziyên tevgera Hemasê ji tunel, fermandarên wê werin wêrankirin, her wiha Xan Yûnis bi temamî were dorpêçkirin, mîna ku li Beyrûtê di 1982′yan de çêbûye.′′

Rojnameya El Ereb têkildarî tevgerên Tirkiyeyê li Iraqê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de behsa hewldanên Tirkiyeyê yên berfirehkirina hegemoniya xwe li Iraqê hate kirin û hate gotin, ′′Rêveberiya Tirkiyeyê dema fêm kir ku rêveberên sunnî nikarin roleke mezin di xêzkirina siyaseta Iraqê de bilîzin, berê xwe daye rêveberên şîe yên alîgirên Îranê, heta gihaştiye wê astê ku toreke têkiliyên berfireh bi wan re ava bike.′′

Li gor rojnameyê, Enqere sûdê ji sarbûna têkiliyên Tehranê bi gelek alîgirên wê yê li Iraqê re digire.

′PIŞTÎ TÊKÇÛNA DAN Û STANDINÊN LI CEDAYÊ ŞER LI XARTÛMÊ DÎSA DEST PÊ KIR′

Rojnameya Independent El Erebiye bal kişand ser têkçûna dan û standinana di navbera artêşa Sûdanê û hêzên Piştevahiya Lezgîn de ku li Cedayê bi navbeynkariya Erebistana Siûdî Amerîka dest pê kirine. Hate gotin, ′′Ev têkçûn bi awayekî neyînî bandor li şer di navbera her du aliyan de kir, nemaze ku artêşa Sûdanê êrişên hewayî, bi tank û topan li dijî navendên hêzên Piştevaniya Lezgîn ên li Xartûm, Um Derman û Behrî pêk anîn.′′