Şêniyên Şedadê binpêkirinên li Siwêdayê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Şedadê binpêkirin û sûcên li dijî şêniyên Siwêdayê şermezar kirin û banga avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng kir ku mafên hemû pêkhateyan tê de misogerkirî bin.

Şêniyên Şedadê binpêkirinên li Siwêdayê şermezar kirin
17 tîrmeh, 2025   17:24
HESEKÊ

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê der barê bûyerên dawîn ên Siwêdayê de daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî li pêşiya navenda tevgerê ya li bajêr ji aliyê rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fadil Ehmed ve û bi amadebûna şêniyên bajêr hat xwendin.

Di daxuyaniyê de domandina siyasetên paşguhkirinê û tunebûna nûnertiya rastîn a gel hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bûyerên Siwêdayê wekî hewldanên derxistina fîtneya taîfî hatin binavkirin û hat nîşandan ku ev siyaset xwînê zêdetir dirêjînin û nakokiyan di nav Sûriyeyiyan de kûrtir dikin.

Di berdewama daxuyaniyê de binpêkirinên li dijî sivîlan hatin şermezarkirin û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku tecawizên li dijî şêniyên Siwêdayê û pêkhateya Durzî rawestîne.

Di dawiya daxuyaniyê de banga rûniştandina nirxên jiyana hevbeş, bidawîkirina taîfeperestiyê û avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî hat kirin.

(mh-şx)

ANHA