Netanyahu: Di danûstandinên li gel Sûriyeyê de pêşketin heye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku “di danûstandinên li gel Şamê de” hinek pêşketin çêbûye û diyar kir ku ruxmî wê, “şerx hîna mezin e”.

Netanyahu: Di danûstandinên li gel Sûriyeyê de pêşketin heye
21 îlon, 2025   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwerzîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: “Peywendî bi Şamê re berdewam in. Hinek pêşketin çêbûye lê şerx hîna mezin e.”

Di gelek raporên çapemeniyê de hate ragihandin ku DYA`ê ji bo “bidestxistina lihevkirineke bilez” fişarê li Îsraîlê dike ji bo ku tawîzan bide. Di hin raporên din de jî hate destnîşankirin ku dibe vê hefteyê di çarçoveya civîna Komeleya Giştî ya NY`yê li New Yorkê de, rêkeftin bê ragihandin.

Beriya wê jî rojnameya Jerusalem Post a ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê, ragihandibû ku pêşketinên di danûstandinan de hîna temam nebûne û di navbera daxwaz û pêşniyaran de ferqeke mezin heye.

Îsraîlê, dixwaze li hin cihên stratejîk bimîne ku piştî ketina rejîma Baasê dest daniye ser, jê ya herî girîng çiyayê El Şêx.

(şx)