Kiryarên Talîbanê yên li dijî jinan hatin şermezarkirin

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinan a Afganistanê binpêkirinên tevgera Talîbanê yên li dijî jinan wekî qedexekirina pirtûkên jinan û bêparhiştina wan ji xwendin û perwerdehiyê şermezar kirin.

Kiryarên Talîbanê yên li dijî jinan hatin şermezarkirin
21 îlon, 2025   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Beşdariya Siyasî ya Jinan a Afganistanê bi daxuyaniyekê binpêkirinên tevgera Talîbanê yên li dijî jinan wekî qedexekirina perwerdehiyê ji jorî refa 6'an şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de qedexekirina pirtûkên jinan di zanîngehan de û jêbirina berhemên wan şermezar kirin û diyar kir ku kiryarên wiha gefê li nifşê pêşerojê yê Afganistanê dixwin.

Di berdewama daxuyaniyê de tirsa ji ber qutkirina înternetê li gelek wîlayetan hat nîşandan nexasim ku ev yek gefê li jiyana bi mîlyonan kes dixwe û bi hezaran xwendekar ji xwendina bi rêya înternetê bêpar dihêle.

Torê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku binpêkirinên dermirovî yên li Afganistanê bi fermî belge bike û alternatîfên di qadên perwerdehî û ragihandinê de peyda bike.

Girêdayî wê, saziyên civaka sivîl û mafên mirovan jî biryara qutkirina înternetê şermezar kir û got ku ev beşeke siyaseta zordarî û dîktatoriyê ye.

Saziyan hişyarî ji bêdengkirina dengê azadî û berxwedanê, paşxistina gelê Afganistanê û hiştina wî di tarî û nezaniyê de, da.

(mh/şx)