Li Helebê ciwanan sosyalîzm û azadî gotubêj kir

Ciwanan li bajarê Helebê di panelekê de teqezî bi sosyalîzma ku bingeha wê civaka demokratîk e kirin ji bo ku nasnameya nîştimanî û rizgariya demokratîk bi dest bixin, mîna ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

21 îlon, 2025   18:01
HELEB

Meclisa Ciwanan a Bajarê Helebê bi dirûşma “Bi sosyalîzmê em ê edaletê bi dest bixin… bi azadiyê em ê rûmetê biparêzin” panelek li hola Cezîre ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Endam û nûnerên ciwanan ên partiyan û saziyên sivîl tev li panelê bûn.

Ciwanan der barê azadiyê û sosyalîzmê de, çawa dikarin her du têgehan di nava civakên pişaftî de, bi dest bixin, nêrînên xwe parve kirin.

Ciwanan li hev kir ku azadî û sosyalîzm, têgehên kûr in û gelek cureyên wê hene, zikmakî ne û di nava kokên mirov û civaka xwezayî de şax dane, lê piştî derketina modernîteya kapîtalîst wateyên wê hatin berovajîkirin.

Ciwanan destnîşan kir ku wateyên rastîn ên her du têgehan di raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û kesayeta wî ya azad de ne, Rêbertî kûrahiya wan a dîrokî û girîngiya her du têgehan di avakirina civakeke siyasî ya ekoloj de şîrove kir.

“Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk” rojeva panelê bû û ciwanan beşên wê yên ku sosyalîzma netewdewletê û sosyalîzma civaka demokratîk, şîrove dikin nirxandin.

Di dawiyê de ciwanan gelek pêşniyar kirin ku ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan Canyar Elî ve hatin xwendin. Jê:

Firehkirina asoyên ramanê bi rêbazên nû.

Pêşxistina hişmendiya kurdî bi pêşengiya ciwanan.

Azadî û sosyalîzm li gorî rastiya civakî û gerdûnî werin pênasekirin.

Lidarxistina werşeyên kar der barê her tu têgehan de nemaze sepandina têgeha exlaqê di çalakiyên ciwanan de û wê bi têgeha azadiyê ve girê bidin.

(şx) 

ANHA