Dewleta Tirk 247 welatî qetil kirine

Ji sala 1983`an ve dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê li ber çavê cîhanê komkujiyan pêk tîne. Tenê li gorî daneyên hatine komkirin, di nav 41 salan de 247 welatî hatine qetilkirin.

Dewleta Tirk 247 welatî qetil kirine
26 tebax, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

25’ê Gulana 1983`ê artêşa dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê 5 kîlometrayan sînor derbas kir û yekêmîn êrişa ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. 

Ev 41 salin dewleta Tirk bi balafirên şer, balafirên keşfê û topbaranê komkujiyan li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Wargeha Pênaberan a Şehîd Rûstem Cûdî pêk tîne.

Li gorî daneyên fermî hatine tomarkirin, di encama êrişên ser Başûrê Kurdistanê de bi sedan welatî şehîd ketine û bi sedan jî birîndar bûne.

Me êriş û encamên wê yên di navbera 1983-25`ê Tebaxa 2024`an de pêk hatine berhev kir;

* Di salên 1986-1987'an de artêşa dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Di bombebaranê de kampên PDK`ê jî hatin hedefgirtin. Di encama êrişan de gelek welatî û peşmerge hatin qetilkirin.

* Di 28'ê Çileya 1994'an de êrişeke hewayî de gelek sivîlên ku neçar man ji Bakurê Kurdistanê koç bikin û xwe li Zêlê girtibûn, hatin hedefgirtin. Di vê êrişê de gelek sivîl hatin qetilkirin.

* Di sala 1997’an de Çiyayên Mêrge Hewşê, Xinêre û Lolanê hatin bombebaran kirin, 25 kes şehîd bûn.

* Dewleta Tirk di 15'ê Tebaxa 2000'î de êrişî 100 konên koçeran ku li deşta Kendakolê ya di navbera Xinêrê û Lolanê de hatibûn vedan kir. Li wir gorî şahidên komkujiyê 50 kes hatin qetilkirin, 25 jî birîndar bûn.

* Di 21'ê Tebaxa 2011'an balafirên şer nêzî gundê Bolê yê li ser rêya Kortek-Ranyayê erebeyek hedef kir, di encamê de 7 sivîl ku 4 jê zarok bûn şehîd ketin. Piştî wê dîsa heman gund hate bombebaran kirin û di encamê de çend welatî şehîd û birîndar bûn.

* Di 1'ê Tebaxa 2015'an de balafirên şer gundê Zergelê yê li Qendîlê bombebaran kir û di encamê de 8 sivîl şehîd û 2 jê jin (yek dûcanî bû) 27 kes bi giranî birîndar bûn. 

* Di 20’ê Îlona 2017’an de herêma Nêrwe û Rêkan ya li Herêma Behdînanê hatin bombebaran kirin. Di encamê de 10 welatî şehîd ketin.

* Di 23'yê Çileya 2019'an de di êrişa hewayî a li ser bajarokê Dêralûk ê Amêdiyê de 4 sivîl şehîd ketin.

* Di 25’ê Çileya 2019’an de ji barargeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Şêladizê gule li sivîlan hatin reşandin û yek jê zarok bi giştî 2 kes şehîd ketin û 6 kes jî birîndar bûn.

* 15’ê Gulana 2019’an de balafiran welatiyê bi navê Kazim Alî Feko yê 60 salî li ser sînorê Mergesor a Hewlêrê bi balafirên şer bombebaran kir û qetil kir.

* Di 25’ê Hezîrana 2019’an li herêma Goşîn a navçeya Soran a Hewlêrê de wesayîtek hat bombebaran kirin. Di êrişê de ji du birayan yek şehîd ket û yê din jî bi giranî birîndar bû.

* Di 28'ê Hezîrana 2019'an li herêma Kortek a navçeya Ranya ya Silêmaniyê, 2 erebe ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin. Di encamê de bav Ebdula Alî Mîne (53) û zarokên wî Kwêstan Ebdula (30) û Heryad Ebdula (19) şehîd ketin, 5 welatî birîndar bûn.

* Di 18’ê Hezîrana 2020’an de êrişa hewayî ya li Sîdekanê de welatiyê bi navê Ebas Mexdît hate qetilkirin.

* Di 19’ê Hezîrana 2020’an de herêmên bajarokê Şêladizê ya Amediyê bi balafiran hate bombebaran kirin. Di êrişê de 5 kes hatin qetilkirin.

* Di 24'ê Hezîrana 2020'an de li Şarbajar a Silêmaniyê di encama êrişa balafirên bêmirov de 2 welatî şehîd ketin û 8 kes jî birîndar bûn.

* Di 27’ê Tîrmeha 2020’an de di encama bombebarana Amediyê de 3 welatiyên bi navên Dilovan Şahîn, Omer Keşanî û Ebdullah Ehmed hatin qetilkirin.

* Gelê Behdînanê 26'ê Çileya 2021'an li Dêralûkê li dijî komkujiyên sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, kom bûn. Leşkerên Tirk êrişî xwepêşandana kirin, di encamê de 3 sivîl di nav de zarokek şehîd bûn û 6 sivîl jî birîndar bûn.

* Di 25’ê Gulana 2021’an de ciwanê bi navê Bawer Ahmed ê 20 salî li gundê Deşîşê di encama topbaranê de birîndar bû.

* 26’ê Gulana 2021’an di encama bombebarana li gundê Biherê de zarokê 16 salî Alî Muhsîn û birayê wî Hasan Muhsîn ê 20 salî ku bizinên xwe diçêrandin birîndar bûn.

* Di 1’ê Hezîrana 2021’an de welatiyê bi navê Ramazan Alî ê 70 salî, ji ber topbaranê birîndar bû.

* Di 8’ê Tîrmeha 2021’an de dewleta Tirk ji baregehên leşkerî gule li gundê Hirûrê barandin û welatiyek birîndar bû.

* Di 13’ê Tebaxa 2021’an de welatiyê bi navê Îbrahem Hassan Mohamad (51), li gundê Deşîşê yê Kanîmasiyê ji hêla leşkerên dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

* Di 20’ê Tebaxa 2021’an de welatiyên bi navên Ahmed Şakir (40) û Yusif Amir (26) di encama topbarana artêşa Tirk a li dijî bajarokê Batifa ya Zaxoyê de hatin qetilkirin.

* Di 17’ê Îlona 2021`an de, li navenda Silêmaniyê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi êrîşêke MÎT’ê şehîd ket.

* Di 17’ê Gulana 2022`an de welatparêzê Kurd Mehmed Zekî Çelebî yê ji Bakurê Kurdistanê ji aliyê MÎT’ê li taxa Bextiyarî ya Silemaniyê hat gulebaran kirin, di 18’ê Gulanê de şehîd ket.

* Di 21’ê Gulana 2022`an li gundê Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê wesayîtek hat hedefkirin, 5 kes şehîd bûn û kesek birîndar bû.

* Siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî ku 17’ê Gulana 2022`an li bajarê Silêmaniye di encama êrişa çekdarî ya MÎT`ê de hate şehîdxistin.

* Di 26’ê Gulana 2022`an de balafir êrişî welatiyên gundê Zêweser a navçeya Bamernê ya Behdînanê kir, di encamê de 2 zarok şehîd bûn û kesek din jî birîndar bû.

* 17’ê Hezîrana 2022`an de li Kelarê balefirên bê mirov wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrîşê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din şehîd ketin.

* Di 20 Tirmeha 2022`an de gundê Perex yê Zaxo hate topbaran kirin. Di encama topbaranê de 9 hemwelatiyên Ereb şehîd ketin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

* Di 28’ê Tebaxa 2022’yan dîroknas, lêkolînvan û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd (Mamosta Şemal) li Kifrî ber derê mala xwe bi gûleyan hate qetilkirin.

* Di 29’ê Tebaxa 2022`an balafireke bê mirov bombe li mala welatparêzê Kurd Ebû Zeyd Ebdullah Ubeyd baran û di encamê de Ebû Zeyd şehîd ket.

* Di 4’ê Cotmeha 2022`an li Taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê Edîtora kovara Jineolojiyê û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê aktîvîsta jinê û akademîsyen Nagîhan Akarsel bi 11 gûleyên endamê MÎT’ê hat şehîdxistin.

* Di 2’yê Kanûna 2022`an li gundê Gelale ya dikeve sînorê Şarbajarê bombe li welatiyan barandin. Di encamê de welatiyê bi navê Ezîz Mihemd Resûl şehîd bû û Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resul, Salih Qadir birîndar bûn.

* Di 13’ê Çileya 2023’yan de 2 zarok bûn hedefa bombebaranê ku di êrişê de zarokê 14 salî Bahjat Audî birîndar bû.

* Di 10’ê Adara 2023`yan de li gundê Seydan a ser bi bajaroka Qerehincîr a girêdayî Kerkûkê wesayîtek hat bombebarankirin. Di êrişê de kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

* Di 3’yê Nîsana 2023`yan de welatiyên bi navê Ehmed Hesen (35) ê xelkê gundê Sîte û Arif Umer (50) ê xelkê gundê Şabye ên ser bi Şêladizê ji aliyê balefirên şer ve hatin bombebarankirin. Di encama êrişê de her 2 welatî şehîd ketin.

* Di 17`ê Nîsana 2023`yan de li bajarê Duhokê, welatparêz Huseyîn Turelî di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT`ê şehîd ket.

* Di 15’ê Nîsana 2023’yan di encama bombebarana herêma Pencwênê de 3 welatî şehîd ketin.

* Dewleta Tirk roja 2’yê Gulana 2023`an bi balefirên şer li gundê Gelale ya ser bi bajaroka Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê wesayîtek hedef girt.

* Di 9`ê Hezîrana 2023`an de endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan li Silêmaniyê ji aliyê endamê MÎT`ê ve hat hedefgirtin. Hûseyîn Arasan di 10`ê Hezîranê de şehîd ket.

* Di 6’ê Tebaxa 2023`an de bajaroka Çemankê ya ser bi Dihokê wesayîtek hat bombebaran kirin. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl şehîd ket û Haşim Şakir jî birîndar bû.

* Roja 9’ê Tebaxa 2023`an balafira bê mirov li ser rêya navbera Dokan-Xelekan wesayîtek hate bombebaran kirin. Di êrişê de welatî Nejwan Serkewt şehîd ket û 2 welatiyên din jî bi giranî birîndarbûn.

* Roja 11’ê Tebaxa 2023`an balafireke bêmirov li ser rêya navçeya Pênciwênê wesayîtek bombebaran kir. Di êrişê de Karmendê Kompanya Asya Cell Hesen Ehmed Newzet yê niştecihê Dihokê, tevî hevjîna xwe Zeyneb Mistefa û keça xwe Riyam ya ku li Îranê dixwend şehîd ketin.

* Di 24’ê Tebaxa 2023`an de balafiran Mêrgemîr a ser bi herêma Biradost mala welatiyek bombebaran kir. Di êrişê de 4 kes şehîd ketin.

*Di 5’ê Îlona 2023`an de balafireke bêmirov Binarê Qendîlê wesayîtek bombebaran kir.

* Li Hewlêrê 18`ê Îlona 2023'an êrişek li ser ofîsa KNK'ê pêk hat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket.

* Roja 18’ê Îlona 2023`an de balafira bê mirov êrişî Balafirgeha Çandiniyê ya Erbet kir. Di encama êrişê de 3 endamên Dije Terora Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û sê pêşmergeyên din ên Dije Terorê jî birîndar bûn.

* Roja 27’ê Îlona 2023`an de balefirên bê mirov gundê Bokrîsan a Binarê Qendîlê bombebaran kir. Di êrişê de jina bi navê Estê Mihemed şehîd ket û kesek din jî birîndar bû.

* Di 3’yê Cotmeha 2023`an balefirên şer derdora gundê Endzê û Bokrîsan yên Qendîlê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû.

* Di 25’ê Cotmeha 2023`an balefirên şer li Biradost wesayîta welatiyek bombebaran kir.

* Roja 17’ê Cotmeha 2023`an li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebaran kirin. Di encamê de ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd ket, 3 jin jî birîndar bûn.

* Di 6’ê Mijdara 2023`an de balefirek bê mirov navenda bajaroka Boskên a ser bi îdareya Raperîn bombebaran kir. Di êrişê de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

* Di 5’ê Kanûna 2023`an balafira bê mirov navenda bajaroka Bamernê bombebaran kir. Di êrişê de welatiyek şehîd ket û welatiyek jî birîndar bû.

* Di 18`ê Çileya 2024`an de li Kerkûkê jina şoreşger û fermandar Feryal Silêman (Zelal Zagros) bi guleyên endamên MÎT`ê hat şehîd xistin.

* Di 20 Sibata 2024`an de balafirên şer gundê Kafya yê girêdayî navçeya Akrê bombebaran kirin û di encamê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

* Di 2`yê Adara 2024`an balafirên şer gundek navçeya Amêdiyê bombebaran kirin, di encamê de cotyarek birîndar bû.

* Di 28’ê Nîsana 2024’an Sîdekan hat bombebarankirin û di encamê de 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê şehîd ketin.

* Di 23`ê Tebaxa 2024`an de li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê, wesayîteke rojnamevanan bombebaran kir. Di encamê de kedkarên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara şehîd ketin, 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

* Di 24`ê Tebaxa 2024`an balafirên keşfê li Dihokê êrişî wesayîta malbatek Ereb kir.

ÊRIŞÊN SER WARGEHA PÊNABERAN A ŞEHÎD RÛSTEM CÛDÎ (MEXMÛR)

Ji sala 2017'an ve balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û balafirên keşfê yên bêmirov Wargeha Pênaberan a Şehîd Rûstem Cûdî dikin hedef.

* Di 6 'ê Kanûna 2017'an de balafirên şer kampa Mexmûrê bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 5 endamên Hêzên Xweparastinê (Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Merdîn û Baz Dijwar) şehîd bûn.

* Di 13'ê Kanûna 2018 'an de balafirên şer kampa Mexmûrê bombebarankirin ku di encamê de Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narîn Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê Evîn Kawa Mehmûd a 14 salî û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd ketin.

* Balafirên şer 18'ê Tîrmeha 2019'an kampa Mexmûrê bombebarankirin, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

* Di 15'ê Nîsana 2020'an de balafirên bêmirov êrişeke hewayî li ser Mexmûrê pêk anî. Di encama bombebaranê de 3 jin şehîd ketin.

* Dewleta Tirk di 3'yê Îlona 2021'an de bombe li wargehê barandin, jinek û kurê wê birîndar bûn.

* Di 1'ê Sibata 2022'yan di encama êrişên balafirên şer 2 endamên Hêzên Xweparastinê şehîd ketin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

* Di 21'ê Gulana 2022'yan de balafirên bêmirov li Wargeha Mexmûrê wesayîtek kir hedef. Di encamê de şivanê bi navê Heqî Mîrza Elî şehîd ket.

* Di 5'ê Tîrmeha 2022'yan de balafirên bêmirov li Mexmûrê malek kir hedef; jinek birîndar bû, 5 jin jî jehrî bûn.

* Di şeva 7’ê Cotmeha 2023`an balefirek bi çek û bê mirov mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bombebaran kir. Ji ber bombebaranê jinek û du zarok birîndar bûn.

* Roja 13’yê Cotmeha 2023`an balefirek bê mirov li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî malek hedef girt. Di encama êrişê de jinek birîndar bû.

ÊRIŞÊN SER ŞENGALÊ

Gelê Êzidî yê Şengalê ku ji DAIŞ'ê rizgar bûye, ji sala 2018`an ve dibe hedefa balafirên dewleta Tirk.

* Di 15’ê Tebaxa 2018`an de balafirên şer navçeya Koço yê girêdayî Şengalê bombebarankir, di endamê de endamê Kordînasyona Civaka Êzidî, Zekî Şengalî û Mahîr Serhat Şengalî şehîd ket.

* 4'ê Mijdara 2019`an de balafirên bêmirov bombe li bajarokê Xanesorê yê Şengalê barandin. Di encamê de 3 şervanên YBŞ-YJŞ birîndar bûn.

* 19'ê Mijdara 2019`an balafirên şer ên bombebarkirî êrîş birin ser Xanesorê şervanek şehîd ket û 4 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn.

* Di 15'ê Çileya 2020`an de balafirên bêmirov êrişî Şengalê kir. Di encamê de yek jê fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, şervanên YBŞ'ê Pîr Hemid, Êzdin Şengalî û Cîlo Şengalî şehîd ketin.

* Di 26'ê Tebaxa 2020'an li Xanesorê ya Şengalê balafirên bêmirov wesayiteke sivîlan kir hedef. Di encama êrişê de 2 sivîl şehîd ketin.

* Di 17'ê Tebaxa 2021'an de balafirên şer li dijî Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê êrişeke hewayî pêk anî û di encamê de 8 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

* Di 15'ê Hezîrana 2022'yan balafirên bêmirov êrişî Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişê de sivîl kirin hedef û zarokê bi navê Salih Naso yê 11 salî şehîd bû, di nav de rojnamevanek, 7 welatî jî birîndar bûn.

* Di 16’ê Tebaxa 2021'an de li navenda Şengalê nuqteyeke Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) rastî êrişa balafirên keşfê hat. Di êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn, 3 sivîl; Qasim Simo, Şamîr Abbas Berces û Mîrza Elî jî birîndar bûn.

* 8'ê Mijdara 2021'an balafirên bêmirov bombe li gundê Barê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê barandin. Di encamê de welatiyek şehîd bû.

* 21’ê Çileya 2022`an balafira bêmirov li Geliyê Şilo yê Şengalê 2 wesayîtên hêzên parastina Şengalê kirin hedef. Di encama êrîşê de fermandarekî YBŞ’ê yê bi navê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

* Di 17'ê Tîrmeha 2022’yan de li gundê Dîcle yê navçeya Telafer a Mûsilê balafireke bêmirov wesayîtek kir hedef. Di encama êrişê de 5 kes şehîd bûn.

* Di 27’ê Sibata 2023`an balefira bê mirov, li Gundê Behrava yê girêdayî Komelgeha Xanesorê êriş bir ser wesayîteke YBŞ`ê û di encama êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû.

* Roja 1’ê Adara 2023`an balefirek bê mirov navenda Şengalê bombebaran kir. Di êrişê de şervanekî YBŞ’ê şehîd bû.

* Roja 16’ê Gulana 2023`an balefirek bê mirov li Xanesor a Şengalê xaniyek bombebaran kir.

* Roja 23’yê Gulana 2023`an balefirek bê mirov li gundê Xelef a herêma Barê ya Şengalê xaniyek bombebaran kir, di êrişê de şervanekî YBŞ’ê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.

* Roja 1’ê Hezîrana 2023`an dewleta Tirk a dagirker li navenda Şengalê xaniyek hedef girt û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

* Di 17’ê Îlona 2023`an de balefira bê mirov wesayîta hêzên YBŞ’ê bombebaran kir, di êrişê de 3 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn.

* Şeva 13’yê Mijdara 2023`an balefirek bê mirov li bajaroka Sinunê ya Şengalê wesayîtek hedef girt. Di encama êrişê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn.

* Bi balafirên bê mirov di 28’ê Kanuna 2023`an de sê caran karkerên bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin, bombebaran kir. Di encama êrişê de 5 karkerên xelkê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

*Di 2`yê Nîsana 2024`an de balafirek bêmirov ber wesayîtek sivîlan nêzî Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di encamê de 2 jin birîndar bûn.

* Di 29`ê Sibata 2024`an gundên Werdiyê û Ziraviyên yên bi ser bajarokê Tilezêrê, balafira bêmirov wesayîta Saziya Malbatên Şehîdan bombebaran kir, di êrişê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî şehîd bû.

* Di 8’ê Tîrmeha 2024`an de bombe li seyareya ragihandina azad ya Çira TV û FM’ê barand. Di encamê de di 11`ê Tîrmehê nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Birahîm şehîd ket û nûçegihana Çira TV’yê Medya Hesen Kemal, kedkarê çapemeniya azad Xelef Xidir birîndar bûn. 

ANHA