Naveroka axaftina Ebû Mihemed El Colanî

Ebû Mihemed El Colanî yê ku xwe ji bo pêvajoya derbasbûnê weke serokê Sûriyeyê erkdar kiriye got wî duh berpirsiyartiya welat piştî nîqaşên gur bi "pisporên qanûnî" re wergirt.

Naveroka axaftina Ebû Mihemed El Colanî
31 ÇILE, 2025   00:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû Mihemed El Colanî yê ku xwe ji bo pêvajoya demkî serokê Sûriyeyê erkdar kiriye di axaftina xwe ya li ser televîzyonê de got, " Ew ê ji bo pêkanîna yekitiya Sûriyeyê û pêşketina wê hemû hewldanên xwe bike. Pêvajoya derbasbûnê jî beşek ji xebatiya siyasî ye ku pêdiviya xwe bi beşdarbûnê heye."

El Colanî wiha domand: "Em ê li ser avakirina hikumete derbasbûnê ya giştî ku tê de ku pirrengiya mêr, jin û ciwanên Sûriyeyê nîşan dide bixebitin. Da ku saziyên nû yên Sûriyeyê ava bikin û bigihînin qonaxa hilbijartinên zelal."

Her wiha El Colanê di axaftina xwe de anî ziman ku: "Ew ê komîteyeke amadekar ji bo hilbijartina Meclisa Qanûnsaz a biçûk ku valahiyê di pêvajoya derbasbûnê de dagire ragihîne. Her wiha wê komîteyeke amadekar ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî ava bike ku bibe platforma yekser a nîqaş, şêwir û guhdarîkirina li tevahî nêrînên cuda yên der barê bernameya siyasî ya pêş de."

Li gorî El Colanî, piştî ev gav temam bû wê destûrê ragihîne ku bibe lêvegera qanûnî ya pêvajoya derbasbûnê.

Her wiha El Colan got: "Em ê di vê demê de girîngiya xwe bidin nexşekirina karên xwe yên pêşîn, mna pêkanîna aştiyê, serdegirtina sûcdaran û yên ku komkujiyan pêk tînin çi li welat bin çi li derveyî welat bin, her wiha yekitiya xaka Sûriyeyê temam bikin û serweriya wê di bin yek rêveberiyê û xakê de ferz bikin."

(fr)

ANHA