Di êrişeke hewayî ya li Idlibê de serçeteyekî "Huras El Dîn" hat kuştin

Li gundewarê bajarê Idlibê yê Sûriyeyê erebeyek ji hewayî ve hat armanckirin, li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de serçeteyekî "Huras El Dîn" hat kuştin.

Di êrişeke hewayî ya li Idlibê de serçeteyekî "Huras El Dîn" hat kuştin
31 ÇILE, 2025   00:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî bajarokê Batbo yê gundewarê bakurê bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ji hêla xelkê herêmê ve dengê teqînan hat bihîstin, li gorî çavkaniyên xwecihî dengê teqînê ji ber êrişa hewayî ya dijî erebeyekê bû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke bêmirov û biçêek a Koalîsyona Navnetweyî li ser rêya Sermeda-Idlibê li nêzî bajarokê Babto yê gundewarê bakurê Idlibê erebeyek bombebaran kir, di encamê de kesê tê de hat kuştin.

SOHRˋê diyar kir ku di encama bombebaranê de serçeteyekî "rêxistina Huras El Dîn" ku di erebeyê de bû hat kuştin.

(fr) 

ANHA