Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê tê nûkirin

Li bajarê Qinê yê Kantona Firatê navenda tenduristiyê ku ji sala 2015’an ve xizmetê dide bajar û 50 gundan, li gorî pêdiviyan tê nûkirin û mezinkirin.

Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê tê nûkirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê tê nûkirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê tê nûkirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê tê nûkirin
Navenda tenduristiyê ya bajarê Qinê tê nûkirin
5 tîrmeh, 2025   06:07
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bajarê Qinê (Qenaya) dikeve rojavayê bajarê Kobanê û 50 gundên girêdayî wê hene. Piştî ku di sala 2015’an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, rêveberiya xweser a kantonê xizmeta tenduristiyê dabû destpêkirin. 

Li vê avahiya ku hatibû kirêkirin, xizmeta navenda bajar û 50 gundan û derdora 50 hezar kes lê jiyan dikin, dihat kirin. Li navendê beşên lezgîn, giştî, jin, zarok, piştgiriya, derûnî, testa xwîn û şekirê hene. Ji bo pêdiviya dermanan jî, dermanxaneyek hatiye vekirin. Li gorî agahiyên berpirsên navendê di mehekê de ji 3 hezar heta 5 hezar kesan nexweş tên navendê. Kesên ku nexweşiyên wan giran bin jî, ji bo nexweşxaneyên bajarên din tên veguhestin.

Li bajar û gundewaran tenê ev navenda tenduristiyê heye, lê têrî pêdiviyan nake, lewma Desteya Tenduristiyê li navenda bajar dest bi çêkirina avahiyeke nû kiriye.

Li gorî agahiyên ku Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm dane ANHA’yê, navend wê ji 8 odeyan pêk were, di meha Tebaxê (2025) de bidawî bibe û xizmet jî bê pere bê dayîn.

Bi nûkirin navendê tê hedefkirin kapasîteya xizmeta tenduristiyê bê zêdekirin.

Di rewşa niha de li tevahiya Kantona Firatê 11 navendên tenduristiyê hene. Cihên ku navendên tenduristiyê lê hene ev in: Girik, Pêndir, Bexdik, Çelebî, Sirîn, Miştenûr, Şêran, Til Xezal, Xanik, Til ElSaman û Qinê.

 (fr)

ANHA