‘Em ê heya azadiyê tê bikoşin’

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku bi tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare civakeke demokratîk ava bike, ji bo pêkanîna vê yekê jî azadiya wî ya fîzîkî şertekî sereke ye. Şêniyan got dê heya azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.

‘Em ê heya azadiyê tê bikoşin’
5 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan armanca wan a sereke ye û dê ji bo serxistina vê armancê di nava têkoşînê de bin.

Feysel Hesen got: "Beşdariya me ya çalakî û meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji baweriya me ya kûr bi girîngiya rêbertî û têkoşîn û berxwedana wî ya ji bo me tê."

Feysel Hesen da zanîn ku beşdariya wan çalakiyan ew e ku dengê xwe bighînin cîhanê û ev peyam da: "Tevî ku girtî ye û di bin tecrîdê de ye, lê tu kes nikare girêdana me ya bi Rêbertiya me qut bike. Em ê heya ku azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê berdewam bikin."

Feysel Hesen ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber Apo kesê yekane ye yê dikare armancê me û hêviyên me wekî gelekî azadxwaz û demokat pêk bîne. Em dibêjin ku têkoşîna me ya ji bo azadiya wî têrker nîn e. Divê em têkoşînê mezintir bikin ku rêya yekane ya azadkirina wî ye. Hêvî û xeyalê me ew e ku em wî di nav xwe dibînin û bi hev re meşa azadiyê berdewam bikin."

Hesen anî ziman ku ew moral û biryardariya xwe ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan digirin û wiha pê de çû: "Bi fikir û felsefeya wî têkoşîna me dewam dike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me berdêlên giran dan û me kezeba xwe da. Em ê li ser vê xetê dewam bikim, em ê meş û çalakiyan bidomînin heya ku Rêbertiya xwe di nav xwe de azad bibînin."

Meyada Remedan ku her tim di rêza pêşîn a meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de cih digire, destnîşan kir ku azadiya jinan girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: "Tevî berdêlên giran ên ku me dane û destkeftiyên ku me wekî jin bi dest xistine, lê em di wê baweriyê de ne ku bêyî hebûna wî ya li gel me ev rê temam nabe."

Meyada Remedan got kilîta avakirina civakeke demokratîk, adilane û aştiyane bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha domand: "Bawerî û hêviya me ya bi Rêbertiya me dihêle ku em beşdarî çalakiyên bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bibin. Em dizanin ku kilîta avakirina civakeke demokratîk a li ser bingehê edalet û aştiyê di pêkanîna azadiya wê de ye."

Firyal Qesûm jî bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di yekbûna gelan û têkoşîna wî ya ji bo azadiyê de û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya neteweya demokratîk nêrîna gelan a der barê jiyana hevbeş de bûye yek. Her wiha çand û nasnameyên gelan hatin parastin."

Firyalê di dewama axaftina xwe de got: "Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya me ya li ser bingehê projeya neteweya demokratîk li hemberî planên qirkirin û asîmîlasyonê ji cîhanê re îsbat kir ku xeta Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareserkirina aloziyên gel û parastina maf û rûmeta wan e. Em deynkarên Rêbr Abdullah Ocalan in. Bi saya wî em bi azadî, aştî û aramî dijîn. Girêdana me ya xurt bi rêbertiya me re bûye sedem ku em banga azadiya wî ya fîzîkî bidomînin, meş û çalakiyên me jî bi vê armancê tên kirin. Em soz didin ku em ji pêkanîna azadiya wî gav bi paş de neavêjin."

(bb)

ANHA