Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 

Bi hilweşîna rejîma Baasê li Helebê re, dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan û binesaziyê êrişên berfireh pêk anîn. Li gel hêzên parastinê, bi deh hezaran şêniyên ji hemû pêkhateyan dijî van êrîşan bûn mertal. Bendava Tişrînê jî bû sembola vê berxwedanê.

Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
Bendava Tişrînê:  Cenga  hebûnê û berxwedaneke yekgirtî 
15 kanûn, 2025   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN
EKREM BEREKAT

Di 27ê Mijdarê 2024an de, Heyet Tehrîr El Şam êrişeke berfireh li ser deverên di bin kontrola rejîma Baasê de da destpêkirin û di nav sê rojan de karîbû Helebê kontrol bike. Di heman demê de, dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê êrişên xwe li dijî koçberên ji Efrîna ku li herêma Şahba dijîn zêde kirin. Ji bo pêşîgirtina li komkujî û qirkirinê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) biryar dan ku koçberan ber bi deverên ewletir ên di herêmê de veguhezînin. Lêbelê, dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê di vê demê de êrişên xwe berdewam kirin.

Di 8`ê Kanûnê de, dema ku gelê Sûriyeyê hilweşîna rejîma Baas pîroz dikir, dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi karanîna balafirên şer, dron, tank û wesayîtên zirxî êrişeke berfireh li ser bajarê Minbicê û derdora Pira Qerequzak û Bendava Tişrînê da destpêkirin.

Şervanên QSD`ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ev êriş paşve xistin, ji bo vê yekê dagirkeriya Tirkiyeyê hemû çavkaniyên xwe yên leşkerî û medyayî seferber kir da ku Bendava Tişrîn û Pira Qerequzakê bigire. Lê belê, ev hemû hewldan li hember berxwedana şervanan têk çûn.

Di 14`ê Kanûna 2024`an de, medyaya Tirkiyeyê ragihand ku Bendava Tişrînê ketiye destê komên girêdayî Tiriyê, lê kamerayên rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ev derwan eşkere kirin. 5 roj şûnda, dagirkeriyê ji sê alyan ve êrişeke nû bi tank, wesayîtên zirxî û balafiran da destpêkirin û kampanyaya xwe ya medyayî ya herî mezin da destpêkirin da ku wêneyekî serkeftinê ava bike; lê belê dîmenên ku ji hêla Cîhan û Nazim ve hatine kişandin rastî eşkere kirin. Di 19’ê Kanûnê de rojnamevan Nazim û Cîhna ji aliyê dewleta Tirkiyê a dagirker ve bi dironan hatin hedefgirtin û di encamê de şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bendava Tişrînê berdewam kirin, lê ji aliyê şervanên QSD`ê û YPJ`ê ve têk çûn.

Gelê heremê jî ji bo axa xwe û ava xwe biparêzê bi karwanên deh hezaran kesan ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Çerkez xwe ve berê xwe dan Bendava Tişrînê.

 Di 8`ê Çile de, karwana yekem ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ket rê, di nav de şêniyên Kobanê, Tebqa, Reqa, Dêrazorê, Hesekê, Til Temir, Şedadê, Qamîşlo, Dêrik, Amûdê û Giekê Legê hebûn. karwan dema rêda bû rasterast ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefgirtin. Di encamê de 6 sivîl şehdîd bûn: Navê şehîdan wiha ne. Zozan Hemo, Kerem EhmedŞehab Hemed, Azad Ferhan Mihemed Hesen, Mistefa Ebdî, Osman Îbrahîm û Elî Ebas Şeşo.

Di 15ê Çile de, Dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê nobedarên ku li wir bûn bombebran kir, di encamê de karmendê tenduristiyê Umer Hesen, Edhem Mistefa Elî û hevjîna wî Hêza Mihemed, Osman Îbrahîm û xwendekarê zaningehê Ronîz Mihemed Elî şehîd bûn.

Di 16`ê Çile de, welatiyê bi navê Mihemed Qasmo di bombebarana Tirkiyê ya li ser karwanek sivîl a ber bi bendavê ve diçû de şehîd bû. Di 17`ê Çile de, hêzên dagirker ên Tirk karwanek din a sivîlan bombebaran kirin, di encamê de xebatkarê tenduristiyê Mahir Cafer Mihemed û Mihemed Heso şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Çile de êrişên xwe yên li ser nobedarên li Bendava Tişrînê berdewam kirin, di encamê de Ekrem Şêxos Husên Rexo, werzişvan Kêfo Osman, hevseroka ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamîşlo Manîce Heyder, endamên Meclîsa Bajarê Qamişlo Muzefer Remedan Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm û hunermendê şanoyê yê Kurd (Bavê Teyar) Cuma Îbrahîm Xelîl şehîd bûn.

Di 21`ê Çile de, di bombebarana sivîlan a li Bendava Tişrînê de Hezne Ebdî û Muhyeddîn Husên Umer şehîd bûn.

Di êrişa li ser bendavê di 22`ê Çile de, welatiyê bi navê Mihemed Şefîq Îsmaîl şehîd bû.

Ciwanê bi navê Mihemed Xelîl Hemo di 25`ê Çile de di bombebarana li ser neobedarên li Bendava Tişrînê de şehîd bûn.

Di 26`ê Çile de, droneke dewleta Tirkiyê bendava Tişrînê hedef girt, di encamê de zêdetirî 34 sivîl birîndar bûn, di nav wan de 7 rojnamevan, Hevseroka Desteya Perwerdehiyê, Semîra Hec Elî, û Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Cezîrê, Hemrîn Elî.

Rojnamevan Edîd Roj jî di 15ê Sibatê de dema ku berxwedana gelê herêmê dişopand di êrişeke dronên dewelta Tirk a dagirker de şehîd bû.

BERXWEDANA GEL Û SEMBOLA NETEWEYÎ

Tevî sermaya dijwar, nobedarên li Bendava Tişrînê bûyerên girîng ên neteweyî û navneteweyî, wekî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999an de, Roja Jinan a Navneteweyî di 8`ê Adarê de, salvegera destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê di 15`ê Adarê de, û Newroz di 21`ê Adarê de, meh û Cejna Remezanê, pêşwazî kirin.

Di 5`ê Gulanê de, şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku Evîn Siwêd û Husên Osman, serdana bendavê kirin û berxwedana gel silav kirin. Rêveberiyê bidawîbûna nobedariyê ragihand.

ENCAMÊN BERXWEDANÊ

Di 118 rojên berxwedanê de, ji 8`ê Kanûnê heta 5’ê Gulanê, bi deh hezaran kes ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, di nav wan de 8 kom ji kantona Firatê, 7 kom ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê, û 13 kom ji kanton Cizîrê, û weha koçberên ji Efrînê jî beşdar bûn. Di encamê de 25 şênî şehîd bûn û 240 kesên din jî birîndar bûn, di nav wan de rojnamevan, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û xwendekarên zanîngehê hebûn.

Berxwedana li Bendava Tişrînê evsaneyên qehremaniyê yên dîrokî li hember şerê dagirkeriyan nivîsndin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku jiyanek bê rûmet û azadî qebûl nake, û ew amade ne ku heya nefesa dawî hebûna xwe biparêzin. Berxweda Bendava Tişrînê bûye semboleke neteweyî, keleheke berxwedana gel li dijî dagirkeriya Tirkiyê, û mînakeke zindî ku eger zehmetî çi bin jî, gelên hevgirtî dikarin ax û destekeftiyên xwe biparêzin.

(k)

ANHA