Nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Minbicê hatin aşkerakirin

Ji Fermandarên Hêzên Cebhet El Ekrad Şêro û fermandarê Tûgaya Siwar Idlib (Şoreşgerên Idlibê) Îskender di berxwedana li Minbicê de şehîd bûn.

Nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Minbicê hatin aşkerakirin
17 kanûn, 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 2 fermandaran de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di berxwedana lehengane ya hêzên me de Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Minbic û gundewarên wê ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, hevreyên me fermandarên hêzên Cebhet El Ekrad a di bin ala hêzên me de Şêro û fermandarê Lîwa Siwar Idlib (Tûgaya Şoreşgerên Idlibê) Îskender şehîd bûn.

Her du hevreyên me ku bi hêz û israr parastina bajarê Minbicê û xelkê wê kirin, waneyên herî bilind ên berxwedana dîrokî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê raber kirin, ta gihaştin asta şehadetê."

Di daxuyaniyê de sersaxî hat xwestin û hate gotin: “Bila serê me, malbatên her du fermandarên şehîd û tevahî malbatên şehîdan û xelkê me yê Minbicê sax be. Bê guman çûyîna hevreyên me Şêro û Îskender windahiyek mezin ji bo gelê me yê berxwedêr e. Lê îro israra me ya domandina têkoşîna her du şehîdan û tevahî şehîdan ji her demê zêdetir dibe. Têkoşîna me dê bi serketinê tacîdar bibe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Şêro Elî
Nav û Paşnav: Şêro Beşar
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê Jidayikbûnê: Til Eran
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Kanûn 2024

***

Nasnav: Îskender Elaa
Nav û Paşnav: Elaa Hemîco
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Şeban
Cihê Jidayikbûnê: Laziqiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Erîme-Minbic, 8 Kanûn 2024.

(bb)