Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin

Endamê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Şaban El Mehmûd ku di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hat oxirkirin.

Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Meclisa Rêveber a Tebqayê şehîd Şaban El Mehmûd hat oxirkirin
17 kanûn, 2024   15:31
TEBQA

Endamê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê 1’ê Kanûnê di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Ehdasê yê kantona Efrîn-Şehbayê şehîd bû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê hat oxirkirin.

Tevî nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, tevger û rêxistinên jin û ciwanan, endamên saziyên sivîl, bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî û got: "Gelê me dikare fedakariyan bike. Hîna jî amade ye li hemberî şerê hovane yên komên barbar û komên çete yên ku hewl didin îradeya me bişikînin û projeya me ya demokratîk têk bibe karwanên şehîdan bide.”

Ehmed El Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rawestandinan herikîna xwînê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê gelek beyannameyên çareseriyê pêşkêş kirin.

Serokê Meclisa Olî ya kantona Tebqayê Ebdulmutelib El Betran jî got: "Şehîd sax in, namirin, em ji wan û keda wan a ji bo welatê dane ji bîr nakin. Em ê heya dawiyê şopdarên rêya wan bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê spart axê.

(bb)

ANHA