Li Mihabadê 4 kesên din hatin binçavkirin

Pêla binçavkirinên çalakvan û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ya ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame. Hat gotin ku hêzên rejîmê 4 welatiyên din ên Kurd li Mihabad û derdora wê binçavkirin. Bi van re hejmara kesên di nava vê hefteyê de hatine binçavkirin gihişt 11 kesan.

Li Mihabadê 4 kesên din hatin binçavkirin
17 kanûn, 2024   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de ragihand, roja 15’ê Kanûnê hêzên rejîma Îranê 4 welatiyên Kurd ên bi navên Eyub Resulî, Rêbwar Resulî, Rehman Dana û Şiwane Cîhanîfer li bajarê Mihabad û gundê Beyrum hatine binçavkirin.

Hat gotin ku di dema binçavkirinê de hêzên Îtaleta Îranê bêy ku belgeyek yasayî nîşan bidin, bi ser malên her çar welatiyan de girtine.

Hat diyarkiri ku piştî malbatan ji bo çarenûsa zarokên xwe serî li saziyên dewletê dane, lê hêzên Îranê di derbarê çarenûsa kesên hatine binçavkirin de ti agahî bi malbatan re parve nekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye bi van çar kesan re hejmara kesên di rojên borî de li Mihabad û derdora wê hatine binçavkirin gihişt 11 kesan.