Nameya Rêber Abdullah Ocalan li Dêrazorê hat xwendin

Nameya Rêber Abdullah Ocalan ji eşîrên Ereb ên kantona Dêrazorê re hat xwendin û ji bo wan hat radestkirin.

Nameya Rêber Abdullah Ocalan li Dêrazorê hat xwendin
24 îlon, 2025   19:46
DÊRAZOR

Şandeya Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê serdana bajarê Besîra kir û nameya Rêber Abdullah Ocalan gihand eşîrîn Ereb û ew radestî wan kir.

Di hevdîtinê de nirxên edalet, wekhevî û jiyana aştiyane hatin şîrovekirin.

Di hevdîtinê de hejmareke mezin a rûspî, serokeşîr û kesayetên civakî û şênî beşdar bûn. Endamên şandeyê girîngî bi hevgirtina civakî da û diyar kir ku nameya Rêbertî nexşerêya rûniştandina nirxên jiyana hevbeş ye.

Di nîqaşan de rêbazên xurtkirina têkiliyên civakî di vê qonaxê de hatin nîqaşkirin.

Di dawiya hevdîtinê de name ji bo serokeşîr û rûspiyan hat radestkirin.

Çaverê ye ev ger li seranserî kantonê bidome.

(mh)

ANHA