Rewşenbîrên Cizîrê bal kişandin ser hewldanên Tirkiyeyê

Rewşenbîrên Kantona Cizîrê destnîşan kirin ku hewldanên çareseriyên yên li Suriyeyê planên dewleta Tirk têk dibin, lewma ew dixwaze danûstendinên navbera Rêveberiya Xweser û Şamê asteng bike, aloziyan derxîne.

Rewşenbîrên Cizîrê bal kişandin ser hewldanên Tirkiyeyê
25 îlon, 2025   03:45
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Derbarê destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê û hewldanên wê yên ji bo astengkirina danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yûsif Kûtî, endamên yekîtiyê Kurdiyar Dirêî û Civîn Hebîb ji ajansa me re axivîn.

YUSIF KÛTÎ: JI BER TIRKIYEYÊ PEYMANA  10’Ê ADARÊ PÊK NAYÊ

 Yusif Kûtî da zanîn ku rewşa Sûriyeyê ji hêla siyasî, aborî û leşkerî ve tevlîheve, her dewletek destwerdanekê dike û  yek ji wan dewletan jî Tirkiye ye. Yusif Kûtî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve li dijî destkeftiyên herêmê di nava hewldanan de ye û got: “Em dixwazin di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên qanûnî, mîsogekirina mafê hemû pêkhateyan û vegera koçberan danûstendin çêbibin. Lê ji ber destwerdanên dewleta Tirk ev yek pêk nayê. Tikiyeyê li Şamê odeyek xwe di qesera serokomariyê de çêkiriye, nahêle Ehmed El-Şerî ti gavan bavêje.”

Kûtî diyar kir ku hikumeta veguhêz bi perespektîfên dewleta Tirk a dagirker dimeşe, ji ber wê heta niha peymana 10`ê Adarê pêk nehatiye.

KURDIYAR: EHMET ŞERÎ KETIYE BIN BANDORA DEWLETA TIRK

Kurdiyar Dirêî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ditirse ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fedralî were avakirin û ev yek biteyise Bakurê Kurdistanê, lewma dixwaze rê li ber vê yekê bigire.

Dirêî bal kişand ku Tirkiye hewl dide bandorê li Şamê bike, bi vî rengî zorê li QSD’ê bike ku bikeve nava artêşa Suriyeyê û wê bi helîne, Rêveberiya Xweser jî bê wate bihêle. Dirêî anî ziman ku dewleta Tirk bi vê armancê zextan li hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dike ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Li gorî Dirêî Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehemd El Şerîî jî ketiye bin bandora dewleta Tirk.

CIVÎN HEBÎB: TIRKIYE NIKARE ENCAMÊ BIGIRE

Civîn Hebîb jî bal kişand ku pêkanîka konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî, her wiha civîna diyarkirina îradeya pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dewleta Tirk xistiye nava tirsekê, lewma dixwaze bandorê li hikûmeta veguhêz bike ku bixe bin kontrola xwe û nehêle çareserî pêş bikeve.

Civîn Hebîb anî ziman ku dem dema azadî û xwîşk-biratiya gelan e û got: “Eger ev yekîtî pêk were, dewleta Tirk çiqas pilan û hewldanên xirabkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike jî, ew ê neghêje tu encamî û nikare îradeya me hilweşîne.”

(a)

ANHA