`Artêşa Misrê stargehên mûşekan û baregehên veşartî ava dike`

Ji ber raporên li ser şandina hêzên leşkerî yên Misrê li Sînayê, di nav de embarên mûşekan û pistên firînê, aloziya têkiliyên Misir û Îsraîlê zêde dibin.

`Artêşa Misrê stargehên mûşekan û baregehên veşartî ava dike`
24 îlon, 2025   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê piştrast kirin ku têkiliyên di navbera Îsraîl û Misrê di nav aloziyan de ne, bi taybet yê sînorî ku behsa avakirina stargehên mûşekî yên Misrê û daxuyaniyên tund ên serokkomarê Misrê dikin.

Du çavkaniyên Îsraîlî destnîşan kirin ku Misir li Sînayê binesaziya leşkerî ava dike, ku hin ji wan dikarin ji bo armancên êrişkar werin bikar anîn, li deverên ku peyman karanîna çekên sivik sînordar dike.

Her wiha ragihand ku Misriyan rêyên balafirgehên xwe ji bo bikaranîna balafirên şer berfireh kirine û tesîsên bin erdê ava kirine ku îstîxbarata Îsraîlê texmîn kiriye ev ji bo hilanîna mûşekan hatine çêkirin.

Rapora ku ji aliyê kanala Îsraîlî i24NEWS ve hatiye weşandin, diyar kir ku her çend Misrê amadekariyên nerasterast ji bo rûbirûbûneke leşkerî ya muhtemel bi Îsraîlê re kiriye jî, li hember paşxaneya zêdebûna eşkere ya gotara dîplomatîk di navbera her du aliyan de, texmînên artêşa Misrê vê îhtîmalê tenê ji %1 kêm dikin.

Kanalê zelal kir ku nerazîbûna Îsraîlê li ser hebûna leşkerî ya Misrê li Bakurê Sînayê beşek ji stratejiya Îsraîlê ye, ew jî ji bo bidestxistina piştgiriyek zêdetir ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ev dengvedan piştî wê yekê tê ku Axios, bi îşaretkirina çavkaniyek Amerîkî û 2 çavkaniyên Îsraîlî, ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaz ji rêveberiya Trump kiriye ku zextê li ser Misrê bike da ku kombûna leşkerî ya vê dawiyê li Sînayê kêm bike.

Her wiha rapora ku ji aliyê malpera nûçeyan a Îsraîlî Epoch ve hatiye weşandin diyar kir ku berpirsên payebilind ên ewlehiyê yên Îsraîlê fikarên xwe yên zêde li ser îhtîmala ku bi sed hezaran Filistînî ji têla sînor derbasî Sînayê bibin anîne ziman.

Di dawiya raporê de tê diyarkirin ku kombûna leşkerî li Sînayê di navbera herdu welatan de, di nav şerê berdewam ê li Xezayê de, bûye xaleke din a nakokiyê.

(ac/mh)

ANHA