Naftalî Bennett siyaseta Tirkiyê wekî "Îrana nû" bi nav kir

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftalî Bennett li ser rola Tirkiyê ya li herêmê hişyarî da û diyar kir ku siyaseta wê temsîla ya "Îrana nû" li herêmê dike. Bennett Tirkiye û Qeterê bi hewldana avakirina eniyeke Sunnî ya radîkal ku ewlehiya Îsraîlê tehdît dike tawanbar kir.

Naftalî Bennett siyaseta Tirkiyê wekî "Îrana nû" bi nav kir
18 sibat, 2026   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftalî bi tundî êrişî siyaseta dewleta Tirkiyeyê kir û ew wekî temsîlkirina "Îrana nû" li herêmê bi nav kir û li ser hewldanên Enqerê yên ji bo avakirina eniyeke Sunnî ya radîkal ku ewlehiya Îsraîlê tehdît dike hişyarî da.

Di konferanseke "Serokên Rêxistinên Mezin ên Cihûyan" de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Naftalî Bennett destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser qezenckirina Erebistana Siûdî û avakirina eniyek Sunnî ya dijminane ava bike û Pakistanê bixe nava xwe.

Bennett da zanîn ku Tirkiye û Qeter ji bo avakirina "eniyek nû û dijwar" ku girêdayî fikra Îxwan Mislimîn be piştevaniyê dabîn dikin û ev jî wekî hevtayê eniya Îranê xeternak e.

Bennett serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wekî kesayetek "tevlihev û xeternak" bi nav kir û ew bi hewldana ferzkirina dorpêçek stratejîk li ser Îsraîlê tawanbar kir û anî ziman ku pêwîst e ev gav di pêşerojê de ji nedîtî ve neyên.

Bennett destnîşan kir ku Tirkiye û Qeterê "bandora xwe li Sûriyeyê xurt kirine, niha dixwazin vê bandorê berfireh bikin da ku tevahiya herêmê bigire nav xwe. Divê em di heman wextê de bi awayekî hevseng û bi rêbazên cuda li hember gefên Tehranê û dijminahiya Enqereyê tev bigerin."

(ac/fr)

ANHA