Li Silêmaniyê agir bi wesayîtekê ket, kesek mir

Di navbera bajarên Pîremegrûn û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê de li nêzîk xala kontrolê ya Kelewanan agir bi wesayîtekê ket. Rêxistina CPT ya Amerîkî dibêje wesayît bi droneyê hatiye bombarankirin.

Li Silêmaniyê agir bi wesayîtekê ket, kesek mir
18 sibat, 2026   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, di navbera bajarên Pîremegrûn û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê de agir wesayîtek ji cureya Toyota Land Cruiser ket û bi temamî şewitî. Di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Lê heta niha der barê bûyerê de tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Lê belê, Endamê CPT ya Amerîkî ji Rojnewsˊê re ragihand ku wesayîta ku kes tê de bûn hatiye bombebarankirin.

Qaymeqamê Dûkanê Sîrwan Serhed jî da zanîn ku nayê zanîn ka wesayît teqiyaye yan jî hatiye bombebarankirin.

Li gor agahiyan, niha rêya ji Silêmanî ber bi Pîramagrûnê ve ji trafîkê re hatiye girtin û hêzên ewlehiyê der barê bûyerê de dest bi lêkolîn û lêpirsîn kirine.