Îsraîlê li Derayê 2 ciwan girtin

Artêşa Îsraîlê di ketina li Hawiza Yermûkê ya gundewarê Derayê de erebeyek tê de 4 kes hebûn sekinand û 2 ciwan girtin.

Îsraîlê li Derayê 2 ciwan girtin
18 sibat, 2026   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê derbasî gundê El Misrêtiyê yê devera Hawiza Yermûkê ya gundewarê Derayê bû, 2 ciwan girtin û ew birin Colanê, heta niha nasnameya wan nayê zanîn.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku dewriyeya Îsraîlê erebeyek 4 kes tê de sekinand, kontrol kir û 2 ciwan birin.

(ac/fr)

ANHA