MSD: Li hember xirabbûna rewşê û rageşiya leşkerî Şam berpirsiyar e

MSD’ê fikarên xwe li hember rageşiya leşkerî li gundewarê Şamê anîn ziman, desthilata Şamê li hember xirabbûna rewşê berpirsiyar dît û banga rawestadina demildest a tundtûjî û destpêkirina gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ya berfireh kir.

MSD: Li hember xirabbûna rewşê û rageşiya leşkerî Şam berpirsiyar e
30 nîsan, 2025   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya xwe de kiryarên qetilkirin, tirsandin, xîtaba nefretê û tehrîdkirina mezhebî şermezar kirin û diyar kir ku berdewamkirina rêbaza ewlekarî û bikaranîna tundiyê gefan li welat dixwin, ku ber bi aloziya zêde û hilweşînê ve bibe, her wiha parçebûna civakî kûrtir dike.

MSD’ê anî ziman ku ev rageşî rê li ber destwerdanên derve vedikin ku yekitî û îstîqrara Sûriyeyê hedef bigirin û banga dîsplînkirina ewlehî, rawestandina êrişkariyê, ziwakirina çavkaniyên fitneyê û tehrîdkirina mezhebî kir.

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de banga lidarxistina kongreyeke niştîmanî ya berfireh kir ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin, ji bo pêvajoya siyasî jinûve were rastkirin, destûreke demokratîk li gorî xwestekên Sûriyeyiyan û parastina maf û rûmeta wan were sazkirin û dewleta hemwelatîbûn û edaletê were avakirin.

(mh/fr)