DAIŞ’yê berpirsê teqemeniyan hat girtin

TOL’ê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Dêrazorê DAIŞ’iyê berpirsê amadekirina teqemeniyan, girt.

DAIŞ’yê berpirsê teqemeniyan hat girtin
30 nîsan, 2025   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên QSD’ê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Dêrazorê operasyoneke ewle pêk anî, di encamê de berpirê şaneyeke DAIŞ’ê û pisporê amadekirina teqemeniyan girt.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî QSD’ê şeva berê li gundewarê Dêrazorê operasyoneke ewlehî li dijî endamekî şaneya rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst, pêk anî.

Bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî û piştî hêzên me agahiyên li ser terorîstê bi navê "Henan Cabir El Elî" ku bi "Ebî Mihemed" tê naskirin kom kirin, hêzên operasyon pêk anî, cihê veşartina wî dorpêç kir û ew girt.

Terorîstê hatiye girtin, berpirsê şaneyeke rêxistina "DAIŞ’ê" û pispora amadekirina teqemeniyan bû. Hêzên me agahî wergirtin ku wî made û amûrên teqemeniyê dida şaneyên terorîst, ku êrişên terorane li dijî hêzên me, sivîl û saziyên sivîl ên li herêmê pêk bîne.

Hêzên me bi terorîst "Henan" re gelek çek û cebilxane dîtin û desteser kirin.

Hêzên me diyar dikin ku ew di operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî li dijî şaneyên rêxistina "DAIŞ’ê" ya terorîst de, têkbirina veşartgehên wan de dewam dikin, ku ewlehî û aştiya civakî li herêmê biparêzin."

(fr)