Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, êrişên Hizbullahê yên li ser Îsraîlê û kar û barên Lîbyayê.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
28 tebax, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye bi nûçeyeke bi sernavê "Têkbirina êrişên Hizbullahê Îsraîl teşwîq kir ku derbeyên girantir li Lubnanê bide" bal kişand ser rewşa dawîn a li başûrê Lubnanê ku Îsraîlê navendên leşkerî yên Hizbullahê bombebaran kirin. Hizbullahê amadekarî dikirin ji wan navendan êrişî navendên Îsraîlê bike. 

Li gorî rojnameyê ev derbeya Îsraîlê, rê li pêşiya firehkirina şer girt lê li hember wê, dê daxwaza Til Evîvê ya êrişkirina bi dijwarî zêdetir bike, mîna ku li Xezayê kiriye.

Rojnameyê diyar kir ku gelekî zehmet e êrişên Hizbullahê, hedefgirtina rayedarên payebilind ên wê ji aliyê Îsraîlê ve asteng bike.

Li gorî rojnameyê rast e Hizbullahê hêza xwe nîşan da lê xistina moşekan ji aliyê Îsraîlê ve beriya ku bigihêjin armancan, ji bo 2 mijaran delîl e; ya yekê, Îsraîl di aliyê leşkerî de bi ser ketiye û êdî şiyanên Hizbullahê qels bûne. Ya din, Hizbullah plan nake zirarên mezin bigihîne Îsraîlê, ji ber wê Îsraîl dê êrişan dijwartir û girantir bike.

Her wiha ev dînamîk zirarê dide Hizbullahê û Îsraîl dikare bi awayekî sîstematîk şiyanên leşkerî yên Hizbullahê û sazûmaniya rêveberiya wê qels bike, bêyî ku bikeve Lubnanê.

‘ÎHTÎMAL HEYE CIVÎNEKE ÎSTÎXBARATÎ BI ŞAMÊ RE ÇÊBE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ku agahiyên xwe ji çavkaniyên tirkî wergirtine, diyar kir ku îhtîmal heye li ser asta îstîxbaratê di demeke nêz de dan û standinên nû dest pê bikin.

Rojnameyê bi bîr xist ku Tirkiye, Rûsya û Îranê li navenda leşkerî ya Rûsyayê ya li bajarê Seraqêb ê li rojhilatê Idlibê, ji bo vekirina rêyan, kêmkirina aloziyê û şer li herêmên bêçek ên bakur û rojavayê Sûriyeyê û nîqaşkirina dan û standinên normalîzekirinê li ser asta payebilind, civîneke leşkerî li dar xist.

Tê bibîrxistin ku Esed di parlamenotya Sûriyeyê de axiviye û gotiye gelek sedemên nevegerandina têkiliyan bi Tirkiyeyê re hene ku divê destpêkê ji holê bên rakirin û gotiye: "Em dev ji mafên xwe bernadin.”

‘ALOZÎ MEZINTIR BÛ; LI LÎBYAYÊ NÎŞANEYÊN ŞER

Rojnameya El Exbar di nûçeya xwe de bal kişand ser rewşa Lîbyayê û behsa aloziya rêveberiya Banka Navendî ya Lîbyayê kir. Rojnameyê destnîşan kir ku ev alozî, nakokiya di navbera aliyên siyasî yên Lîbyayê de girêktir kir û metirsî hene ku piştî qada petrolê alozî bigihêje saziyan. Bi nêrîna rojnameyê ev ê bi xwe re parçebûna di nava saziyan de zêdetir bike.

Di heman demê de diyar kir ku metirsî hene "Meclisa Serokatiyê" bi piştgiriya serokê hikumeta Wehda Wataniye Ebdulhemîd El Debîbe, hewl bide serokê saziya giştî ya petrolê ji kar derxe û namzetekî xwe li şûna wî erkdar bike.

Tê zanîn ku piraniya bîrên petrolê li Lîbyayê di bin kontrola hevrikê El Debîbe, Xelîfa Hefter de ne.

(şx)