Çeteyên dewleta Tirk şêniyek li Efrînê revand

Çeteyên "Sultan Murad" ên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyek revand.

Çeteyên dewleta Tirk şêniyek li Efrînê revand
28 tebax, 2024   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Sultan Murad" ên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şêniyê bi navê Xebat Mihemed Hisên (41) ê ji bajarê Mabetayê revandiye û biriye cihekî nediyar. 

Hate zanîn Hisên daxwaza mala xwe ya ku çeteyan dest daniye ser kiriye û ji ber wê hatiye revandin.

Çeteyan 23`yê Tebaxê jî şêniyê bi navê Ehmed Mihemed Elî (62) yê ji gundê Qujumo ku Cindirêsê dimîne û şêniyê bi navê Nazmî Mihemed Bekir (60) ê ji Cindirêsê revandibûn.

Li herêmên dagirkirî sûcên kuştin, dizî, revandin û desteserkirina mal û milkên şêniyan bê navber berdewam in.

(şx)

ANHA